‘Tehma nanê tenûrê cuda ye’

11:26

Ozlem ARICI / JINHA


AGIRÎ – Azîze Çelik li gundê Qosê (Çayırlı) ya Agiriyê dijî. Azîze her roj ji bo nan pehtinê serê sibê zû şiyar dibe. Di demsala havînê her roj nan dipeje, lê zivistanê napeje.


Nanê tenûrê di mutbexa kurd de cihek girîng digire. Di hêla ked û çandê de mînaka herî girîng e. Li gundê Serhedê bi taybetî tenûr di binê erdê de ye. Li gund firinên taybet nîne, her malbatek tenûrên van heye. Li gund bi taybetî jin nan dipejin. Nanên li Serhedê tê pehtin tenik û dirêjin. Her wiha diyetisyen jî ji bo tenduristiyê nanê tenûrê pêşniyar dikin.


Azîze Çelik li gundê Qosê (Çayırlı) ya Agiriyê dijî. Azîze her roj ji bo nan pehtinê serê sibê zû şiyar dibe. Di demsala havînê her roj nan dipeje, lê zivistanê her roj napejin. Ji ber ku zivistanê nan kuf nagire û rihetir tê parastin. Azîze êvarê hevirê xwe dike û serê sibê zû tenûrê vedixe û dest bi petina nan dike.


Azîze, bal kişand ser zehmetiya nan petinê û wiha got: “Em bi xwarina nanê tenûrê mezin bûn. Niha jî em bi nanê tenûrê zarokên xwe mezin dikin. Ligel hemû zehmetiyan dîsa tehma nan xweş e. Di demsala zivistanê petina  nan zehmete ji ber vê jî çend jinên gund li hev dicivîn û alîkariyê didin hev. Dema em bi hev re nan dipejin dema me xweştir derbas dibe.”


(gk/la)