Namzetbûna Abdullah Ocalan ya ji bo Xelata Nobel ê hat pejirandin

14:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN  - Parlamenterê Tevgera Goran Heval Kwêstanî, li gorî rol û kesayetiya Serokê PKK’ê  Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û hemû herêmê, Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014'an namzet nîşan da. Kwêstanî destnîşan kir ku dayîna xelata Nobelê ji bo Abdullah Ocalan wê bandorê li aştî û demokrasiya herêmê bike.


Parlamenterê Tevgera Goran yê Silêmanî Heval Kwêstanî, li gorî rol û kesayetiya Serokê PKK’ê  Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û hemû herêmê, Abdullah Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014'an namzet nîşan da. Kwêstanî ji bo wergirtina piştgiriya Nelson Mandela ew di sala 2013'an de çûye Afrîkaya Başûr û got, "Lê mixabin dema ez çûm Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li nexweşxaneyê bû û di komayê de bû, ku piştî wê çend mehan jî jiyana xwe ji dest da. Kwêstanî da xuyakirin ku nameya  Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de li Amedê pêşkêşî gelên Kurd, Tirk û hemû herêmê kir û hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk yek ji sedemên namzet nîşandana Ocalan ji aliyê wî ve ye û got, "Sedemeke din jî ew bû ku kovara navdar a cîhanê Times Birêz Ocalan di nava 100 kesên li cîhanê herî zêde xwedî bandor nîşan daye bû."


‘Heger Xelelat bê dayîn dê bandorek mezin li ser pêşdeçuna aştiyê bike’


Kwêstanî da zanîn ku bi vê têgihiştinê wî di 18'ê Tîrmeha sala 2013'an de, projeya ji bo namzet nîşandana Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bo xelata Nobelê pêşkêşî Komîteya Xelata Nobelê ya li Norwêcê kiriye. Kwêstanî ragihand ku berî çend rojan ji Komîteya Xelata Nobelê nameya bersivdayînê ji wî re hatiye şandin û di nameyê de hatiye piştrastkirin ku serlêdana wî di nava 278 serlêdanên din de hatiye qeydkirin. Heval Kwêstanî balkişandiye li ser xalên wekhev yên Abdullah Ocalan û Mandela û wiha got, "Di vir de jî min beranberiyekî di navbera kesayetiya Nelson Mandela a ku siyasî, demokrasiyê û hemû tundiyên pê re rû bi rû bûye, bi heman şêwey jî xebat û kesayeta Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştî, demokrasî û hemû tundiyên ku pêre rû bir û maye, min bal kişandiye ser. Ji bo wê jî min dît ku çawa Birêz Nelson Mandala bandor û rola xwe hemû ji bo çareseriya pirsgirêka Başûrê Afrîkayê, bi heman şêweyî Birêz Abdullah Ocalan heman bandor û rol heye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî, demokrasi û wekheviyê ji bo hemû kesî. Ku ev jî sûdê xwe hem ji bo gelê Kurd, Tirk û hemû gelên din yên herêmê heye. Kwêstanî destnîşan kir ku dayîna xelata Nobelê ji bo Abdullah Ocalan wê bandorê li aştî û demokrasiya herêmê bike.


 (zt)