Qirkirinên jinan bûn şano û derketin dikê
16:40
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Şehrazat ya ku li Hamburgê xebatên xwe birêve dibe û endamên Komeleya Hunerê girêdayî qirkirnên jinan lîstokek amade kirin û derxistin dikê.
Lîstok ji aliyê Kadriye Baskin ve hat birêve birin. Di lîstokê de Gulcan Çiftlik, Behîce Toper, Fatma Altindag, Gulsen Demirors, Hulya Sevutekin, Nesrîn Lavaş û Suna Suyan rol girtin. Di lîstokê de balhat kişandina li ser şiteta ser jinan. Jinên Atolyeya Performansa Wêjeyê ya Jinan a Şahrezat bi hev re nivîsa lîstokê amadekirine. Lîstok li Hemburgê hat temaşekirin. Piştî lîstokê Kadriye Baksi nirxandinek kir û got: “Em weke jinên Şehrazat û Komeleya Hunerê emê li her cihê ku huner û polîtîka tê qutkirin, weke alîgirê guherînên civakî karê xwe berdewam bikin.”
‘Di cînayetên jinan de para me tevan heye’
Kadiriye anî ziman ku cînayetên jinan mijareke girane û wiha got: “Bê goman cînayetên jinan mijarek girane. Mijarek me hemûyan xemgîn dike. Ev cînayet li hemberî jinan şerek pir qirêj û tu nav nayê lêkirine. Dema kum e lîstok amade dikir, em ketin di ferqa wê de ku, qatîlekê nîşan bidin û jêre gotina qatîl êdî bese maqey gelek zore. Her yek j ime di van cînayetên tên kirin de parek û berpirsiyariyek ya wan heye.
(zt)

