Ji Enstituya Nobelê daxuyaniya ji bo Abdullah Ocalan
17:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Girêdayî Namzetbûna Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya Xelata Aştiyê ya Nobelê Enstituya Nobelê daxuyaniyek da û got: “Di derbarê kes yan jî saziya ku serlêdan dike agahî nayên dayîn.”
Girêdayî nûçeyên di derbarê pejirandina Namzetbûna Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014’an Enstituya Nobelê daxuyaniyek da. Berpirsek yê beşa namzetbûnê ya Estituya Nobelê ya ku Navenda wê li Norvêçêye daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji Stenbolê yekê ji bom e telefon vekir. Çima Abdullah Ocalan Namzet hat nîşandan j ime pirsî. Girêdayî namzetbûna kesan di van mijaran de ne gengaze ku em agahiyan bidin. Her kes dikare di vê mijarê de serî l ime bide. Di karin kesan jî namzet nîşan bidin. Lê divê serlêdan bikin. Kes yan jî sazî girêdayî kesê ku hêjayî xelatê bibînin nikarin agahiyan bidin.”
Daxuyaniyê hat zanîn ku tuştek wiha bi lêkolînek dîrokî dikare bê zanîn û wiha domand: “Di derbarê Namzet nîşandana Abdullah Ocalan û yan jî girtina lîsteyê tenê gotinekê jî em nikarin bikin. Di derbarê yên namzet tên nîşandan û yên navê wan tê girtina lîsteyê herî kêm dikare piştî 50 salên dinê bê zanîn. Din ava van de tenê yên ku vê xelatê maf dikin û tên hilbijartin dikarin bên zanîn ew jî piştî ku daxuyaniya qazanickirinê hat dayîn paşê bi raya giştî re tê parkirin.
(zt)
