Parlementerên BDP û HDP ê Gultan Kışanak ziyaret kirin

18:02

JINHA


AMED – Parlementerên BDP û HDP’ê Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak ziyaret kirin û pişgiriya xwe ya li gel anîn ziman. Gultan Kişanak diyar kir ku ew hevdîtinan piştevaniyê gelek giring dibînin û got: “Emê her dem bi hev re ser bikevin. Ev encamek yê ked, berxedan, vîn û tekoşîna jinane. Ya dikeve li ser milê me jî bûyîna layêqê vê kedê û  pêşdebirin wêye.”   


Parlementera HDP’ê ya Stenbol û Hevseroka Giştiya HDP’ê Sebahat Tuncel, Parlementerên BDP’ê Pervîn Buldan, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Eyla Akat Ate, li gel Hevşaredara Lîcê Rezan Zogurlu, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak ziyaret kirin û peryîwira wê pîroz kirin. Wekîla HDP’ê Sebahat Tuncel da zanîn ku dê li gel Gultan Kişanak bi pergala hevserokatiyê bi hev re bixebitin û vê serkeftina xwe di hilbijartinên herêmî de berdewambikin û wiha got: “Ji xwe zoriya wê li holêye lê we di serkeftinê de bi bawerîne. Em li gel wene. Emê bi hev re vê pêvajoya zor bi rêve bibin. Hun tenê ne hevşaredara bajarê mezinin her wiha di xebata me ya bi hev re jî hevseroka meyê.”


‘Emê bi hev re bi ser bikevin’   


Gultan Kişanak jî ziyaret kirina hevalên xwe yên bi hev re xebat kirîn û niha jî pişgiriya xwe ji bo peyîwira wê ya nû tînin ziman heta dawiyê giring dît û wiha axivî: “Emê her dem bi hev re serkevin. Ev encamê ked, berxwedan, vîn û tekoşîna jinane. Emê hewil bidin bibin layêq û ji bo pêşedbirina wê bixebitin. Ez di wê baweriyêdeme ku dê her dem alîkariya we hebe. Ez ji bo we tevan sipas dikim.”


(zt)