Necla: Dê axa Agiriyê bi destê jinan xweşik bibe
08:34
JINHA
AGIRÎ – Endezyara Çandiniyê Necla Demîr diyar kir ku ew bi karê xweşikbûna çandiniyê ve mijul dibe. Li herêmê karê Endezyariyariya çandiniyê weke karê mêran tê dîtin. Necla da zanîn ku weke pîşeyî ew di herêmek kar ya gelek giring de dixebite, gelek ji harê xwe raziye û got: “Çî cihê ku jin destê xwe didinê xweşik dibe. Emê jî axa Agiriyê xweşik bikin.”
Endezyara karê Çandiniya Serhedê Necla Demîr di sala 2007’an de li Fakulteya Zîretê ya Zanîngiha Yuzuncu Yilê ya Wanê dest bi perwerdê kiriye. Di sala 2911’an de qedandiye. Necla da zanîn ku di dema lîsansê de li Agiriyê di aliyê çandiniyê de pirsgirêkên heyî lêkolîn kiriye û li navendên dinê jî geriyaye û hinek tişt peyîtandiye. Necla anî ziman ku li cihekî weke Agiriyê li ser şêweyê jiyana wan fewdalîzim deshilat ji bo qetandina wan zincîran wê hewil daye û wiha got: “Piştî ku mewzun bûm û paşê min şirketa şêwirmendiya çandiniyê vekir. Min bi 6 jinên endezyer re dest bi kar kir.”
‘Ji bo çandiniyek rêkupêk’
Necla destnîşan kir ku di ziretê de daçonekî baş nîne û wiha domand: “Beriya em dest bi kar bikin, dermanên ku dihatin bajêr bê venêrîn diketin hindirê bajêr. Rêj û bêjekî ne bi zanabûn dihat kirin. Ev jî hem dengeya xwezayê xiradikir û hem jî ziyan dida cotyaran jî. Ji bo karek baş bê kirin û cotyar jî ji vê rewşê rozgar bibin me pêdivî bi vekirina karek wiha dît û me biryar da em bayiya dermanan vekin.”
‘Ji bo jinan awantajek mezine’
Necla derbirî ku jinên Agiriyê çav vekirî û bi cesaretin û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku çî cihê jin destê xwe diditê çiqas xweşik dibe. Li Agiriyê carayekê ye ku dermanxaneyek wiha ya çandiniyê tê vekirin. Ji bo herêm bê pak kirin û xweşik kirin, ji bo jinan awantajeke. Herî kêm dikare pêşî li wan bê vekirin û cesaretê bide wan. Li herêma me her çiqasî qala demokrasî û wekheviya zayendî bê kirin jî lê mixabin hîna hinek hevalên me yên jin dibin şidetêdenin û tundiyê dibînin. Divê jin ji astengiyên li pêşiya xwe netirsin û di jiyana kar de gavan bavêjin.”
‘Pêdiviya me bi jinên çav vekirî hene’
Necla ji bo jinên dixwazin bixebibin peyamên wiha da: “Yên ku dixwazin kar vekin û derfetê vekirinê nabînin dikarin xwe bigihînin me. Emê ji hev re bibin alîkar. Pêdiviya welatê me û herêma me bi jinên çav vekirî hene.”
(zt)

