Tekoşîna jinekê ya aboriyê di navbera du bajaran de

09:01

Tekoşin Tekin/JINHA


EDENE – Fatma Oz ya dayîka du zarokane û li navçeya Ulukişla ya Nigde yê jiyan dike. Bi destê xwe bastîqan çêdike, ji çolê catirê kom dike, kîrazan hişk dike û ji Nigde dibe bazara Edeneyê difiroşe. Fatma ji ber çun û hatina dinavbera her du bajaran de zoriyê dikêşe. Fatma diyar kir ku divê hem jin ji bo debara xwe tekoşînê bikin û hem jî ji bo mehtacî kesê nebin bikarin di aliyê aborî de xwe li ser lingên xwe bigirin.


Li metreplên Tirkiyê her roja ku diçe bêkarî zêde dibe. Jin bi derfetên xwe dezgihan vedikin û bi wî awayî tekoşîna jiyan didin. Fatma Oz ya 49 salî dayîka du zarokan ji bo tekoşîna aboriyê û debara xwe û zarokên xwe di navebera du bajaran de diçe  û tê. Fatma ji navçeya Ulukişla ya Nîge yê her hefte rojekê diçe  Edeneyê û li ser dezgeha xwe tiştên ku bi destê xwe çêkiriye yên weke bastîq, catir û kîrazên hişk kirî pêşkêş dike, difiroşe û pê debara xwe dike. Fatma da zanîn ku ji ber sedemên aboriyê ew bajar bajar digere û bi vekirina tezgahên ji karê destê xwe çê dike debara xwe û zarokên xwe dike û wiha got: “Ji ber çun û hatina min ya navbera Nîge û Edene de ez dikevim zorê. B imin re nexweşiyên şekir, koleksterol û tansiyonê hene. Li gel van hemû nexweşiyan jî ez hewil didim k udi aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe bigirim û alîkariyekê bidim malbate xwe.”


‘Li bajarên ters belavbûna aboriyê tê jiyan kirin’


Fatma destnîşan kir kul i bajaran tekoşîna jiyanê dayîn gelek zore. Fatma derbirî ku hevserê wê karkerê demsalêye. Fatma xebitîna jinan ya di herêmên kar de giring dibîne û wiha axivî: “Karkirina jinan gelek giringe, lê dema ku karekê ji neçarî bikin jî gelek zore. Ji ber hevserê min karkerê demsalê ye hinek demsalan dixebite û hinek demsalan jî bê kar dimîne. Ji ber vê jî ez neçar dibim ku bixebitim. Ji ber tiştên min li Nîge nayên firotin ez di navbera Edene û Nîge de diçim û têm. Ji ber ez neçarim zarokên xwejî bi xwe re digerînim, ez nikarim jiyanek xweşik bi wan bidim jiyan kirin.” Fatma balkişand li ser aloziya nava bajaran û wiha domand: “Din ava jiyana bajaran de hinek din ava dewlemendî û xweşiyê de jiyan dikin û hinek jî din ava feqîrî û hejariyê de jiyan dikin. Kes vê aloziya jiyanê nabînin. Ji ber aloziya jiyana bajaran, di aliyê aboriyê de jî berevajî û alozî tê jiyan kirin. Bi hezaran însan tengezariya bêkariyê jiyan dikin. Hinek însan jî di nava karek rehet û jiyanek şanaz de jiyana xwe berdewam dikin.”


‘Hilberînên ku bi dilê xwe bikin û ji bo firotinê neçar bimînin’


Fatma  ya ku bi destê xwe bastîqan û catirê çêdike ji bok eda xwe wiha dibêje: “Ez despêkê di qoçxanê de divsê dikelînim. Paşê li ser çerçevek sipî didim ber hewayê. Li ber tavê ziwa dikim. Ez bi destê xwe catirê jî ji çolê kom dikim û hişik dikim. Paşê jî li gel wê catirê nav hev dixim. Tu hest û xweşikbûn mîna jiyana gundan nîne. Lê dema ku mijar pêşeroja zarokan be, bê kariya li gund ji demekê û şonde jiyanê dixe nava zoriyê. Ji ber vê jî em neçar man ku ji gund koçî bajar bikin. Ev hilberîna ku em bi heskirin bi destê xwe çêdikin cardin neçar dibin ku bifiroşin.”


‘Bila jin tevlî hilberînê bibin’


Fatma  wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji ber çunû hatina navbera Nîge û Edeneyê de ez zoriyê dikêşim. B imin re nexweşiyên şekir, koleksterol û tansiyonê hene. Li gel van hemû nexweşiyan jî ez hewil didim k udi aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe bigirim û alîkariyekê bidim malbate xwe.”  Fatma diyar kir ku bila jin ji malê derkevin û tevlî jiyana kar û hilberînê bibin û wiha got: “Li şona ku jin di malan de runin, li gora min bila tevlî herênên hilberînê bibin û li ser lingê xwe rawestin. Bila hem ji bo xwe û hem jî ji bo zarokên xwe alîkarî bidin aboriya malbata xwe. Bila jin tucar xwe behtacî kesê nekin. Her çiqasî şert û merc zor dibin bila bibin jî, bila jin bixebitin û xwe li ser lingên xwe bigirin.”


(zt)