‘Gelo hun dizanin li malê karkerek heye?’

11:56

JINHA


ÎZMÎR -  Meclisa Jinan Sosyalist a ESP’ê ji bo keda ku  li malê nayê dîtin kampanyayek da dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de duh li bazara Yamana Îzmîrê îmze kom kir û her ku diçe xebatên xwe berfireh dikin


Jinên sosyalîst ji bo mizeya (ucret) keda ku li malê tê kirin kampanya da destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de bi navê ‘Gelo hun dizanin li malê karkerek heye?’ belavok belav dikin û îmze kom dikin.


Meclisa Jinan Sosyalist a ESP’ê ji bo mafê kebaniyan xebatên taybet dikin û di çarçoveya kampanyayê de bernameyên taybet amade dikin.  Jinan destnîşan kir ku ji bo kampanyayê banga birêxistinbûnê kir û jinan wiha got: “Xwarin çêkirin, sifre amadekirin û xwedî kirina zarokan hemû jî karê jinê ye. Lê êdî em heqê xwe dixwazin. Bi salan jin zarok xwedi kir lê kesek ne got êdî bes e. Lê tenê ji me re gotin 3 zarokên din binînin dinê. Em êdî ji kedxwariyê re dibêjin êdî bes e.” Jinan di çarçoveya kampanyayê de diçin serdana taxan û îmze kom dikin.


(la)