Li Zanîngiha Dîcleyê rageşî! HAT NÛKİRİN
11:20
JINHA
AMED – Li Fakulteya Zîretê ya Zanîngiha Dîcleyê di navbera xwendekarên Partiya Hur Dava û komek xwendekaran de rageşî derket. Li ser mezinbûna bûyerê polîsan der dora zanîngihê girtin. Di dema rageşiye de du bombeyên bi deng hatin teqandin
Li Fakulteya Zîretê ya Zanîngiha Dîcleyê di navbera xwendekarên Partiya Hur Dava û komek xwendekaran de rageşî derket. Hat zanîn ku rageşî ji ber belavkirina belavokên Pîrozbahiyên Hefteya Rojbûnê derketin. Di rageşiyê de du xwendekarên k udi destê wan de kêr hebûn hatin binçavkirin. Ji ber rageşiyê polîsan derdora zanîngihê girtin. Herwiha hat zanîn ku ji ber êrîşên li ser Fakulteya Perwerdê û xwendekaran jî bersiv dan û di encamê de gelek camên fakulteyê hatin şikandin. Her ku diçe li zaningihê rageşi mezin dibe û di heman demê de du bombeyên deng hatin teqandin.
(zt)
