Li Malta yê zewaca hevzayendan û bûyîna wan ya xwedî zarok

11:56

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li Ewrupa welatek dinê jî zewaca hevzayendan û buyîna wan ya xwedî zarok pejirand. Din ava Netewên Yekbûyî de Malta welatek biçuk û yeke ji welatên  Akdenizê ye. Malta  di makezagone xwe ya nû de şevêdinê  zewaca hevzayendan pejirand.


Di runiştina Parlementoya Malta yê ya şevêdinê de pêşnûmeya mekezagonê avêtin dengdanê û bi 37 dengên Partiya Karkeran (LP) yê hat pejirandin. Dengên Partiya Muxalîf ya Milyetcî (PN) jî derneketin. Partiya muxslîf ne li hemberî zewaca hevzayendanin, lê li hemberî zarok mezinkirina wan hinek dur disekirin. Bi zagone nû re mefê hevzayendan yê zewac û zarok mezinkirinê tên dayîn. Bi pejirandina zagonê re li Paytexta heman welatî Valletta pîrozbahî hatin kirin. Malta ya dinavbera Akdenîz, Îtalya û Lîbya de cîh digire. Xwediyê 316 Kîlometreye û welatê herî biçuk yê NY yê ye. Olê dewletê yê Katolîk ê Xiristiyan din ava zagonan de cîh digire. Malta xwediyê şêniyek 400 hezariye. Malta di NY yê de bû welatê 22’emîn ku zagona zewaca hevzayendiyê pejirandî. Ji 28 welatanê endamê NY yê tenê 10 welatan mafê hevzayend zaarokan mezin bikin dane.


Din ava NY yê de du welatên herî mezin Fransa û Îngîltere bûn welatên herî dawî mafê zewaca hevzayendan pejirandîn.


(zt)