Ji bo lêkolînkirina faîlên kiriyar nediyar BDP’ê pêşiniyar pêşkêşî meclisê kir
12:22
JINHA
ENQERE - Ji bo kuştinên kiryar nediyar yên di salên 90’î de ji aliyê dewleta tirk ve li Amed, Êlih, Şirnex û Mêrdînê pêk hatin de daxwaza lêkolîna Meclisê hat kirin.
Parlametnera Êlihê ya BDP’ê Ayla Akat Ata, bi wesîleya bûyera ku bi mirina welatiyê bi navê Ozcan Temel yê 28 salî ku bavê du zarokan bûn û di 2’ê Mijdara 2013’an de jiyana xwe ji dest da, de ji bo ku hemû kuştinên kiryar nediyar ronî bibin daxwaz Lêkolîna Meclisê kir. Di pêşnûmeyê de balkişand ser binpêkirinên mafan yên giran ên di salên 90’î de hatiye jiyîn û wiha hate gotin: “ Di salên de li Başûrêrojhilaê welat ji aliyê yekineyên ewlehiyê û hêzên deweltê ve binpêkirina mafan yên giran pêk hatine. Li Êlih, Amed, Şirnex û Mêrdînê kuştinên kiyarnediyar, wendakirin, di binçavkirinê de wendakirin û şewitandina gundan pêk hatiye. Hiqûq hatiye rawestin û berpirs bê ceza hatine hiştin. Ev jî pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê digire.
‘Faîl derneketine pêşberî dadgihê’
Li gorî rapora binpêkirina mafan ya di navbera sala 1994-2002’î de 1349 welatî hatin kuştin û di rapora Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya TBMM’ê a çileyê 2013’an tê gotin ku 386 hezar û 360 kes bi vî awayî ji gundên xwe hatine koçberkirin. DMME’ê jî serlêdana xizmên wendaya di cih de dîtiye û Tirkiye mahkum kirine. lê mixabin kujer dernexistine pêşberî darazê.
‘Bila binpêkirin bên lêkolînkirin û rastî derkevin holê’
Li Êliha ku pir zêde kuştinên kiryarnediyar hatiye jiyîn di 2’ê Mijdara 2013’an de Ozcan Temel yê 28 salî ku bavê du zarokan bû di bûyerekê de jiyana xwe ji dest da û ligel ku di ser de 6 meh derbas bû jî tu tiştek nehatiye kirin. Ev jî fikaran zêde dike.
Bi wesîleya ku bûyera mirina Ozcan Temel bê ronîkirin û binpêkirinên mafên salên 90’î bên lêkolînkirin daxwaz dikim ku Lêkolîna Meclisê bê vekirin.”
(zt)

