Welatiyek Rojavayî ji aliyê Pêşmergeyan ve het kuştin

12:31

JINHA


DÊRIK – Welatiyê bi navê Mewlud Nezîr Hecî Yûnis şevê din dema dixwest ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê pêşmergeyan ve hate kuştin.


Çavkaniyên herêmî ragihandin ku welatiyê bi navê Mewlud Nezîr Hecî Yûnis ê 32 salî û ji gundê El-Zehriyê yê girêdayî bajarê Dêrikê, şevê din dema dixwest ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, li nêzî devera deriyê sînorê Sêmalka ji aliyê pêşmergeyan ve gulebarankirin.


Yunis li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest û cenazeyê wî birin nexweşxaneya Duhokê. Li ser agahdarkirinê malbata Yunis ji bo girtina cenaze derbasî Başûr bû.


Li aliyê din bi sedan welatiyên ku agahî girtin, li nêzî deriyê sînor ê Sêmalka kom bûn û li benda wergirtina cenazeyê Yûnis in.


Pêşmergeyan çend roj beriya niha jî welatiyên ku kolandina xendekan ên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şermezar dikirin, gulebaran kiribûn û ciwanek birîndar kiribûn.


(zt)