Li Zanîngiha Dîcleyê mudaxele
13:24
JINHA
AMED – Li Fakulteya Zîretê ya Zanîngiha Dîcleyê hat zanîn ku xwendekarên Partiya Hur Dava yê xwendekarên welatparêz tehdîd kirine. Li ser wê rageşî çêbû û îro jî rageşiyê berdewam kir. Li ser bûyerê polîs ketin nava zanîngihê û mudaxeleyî xwendekaran kirin. Het zanîn ku di mudaxelekyê de nêzî 80 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekara bi navê Şevîn Soysuz ji xwe çu û rakirin nexweşxanê.
Li Fakulteya Zîretê ya Zanîngiha Dîcleyê hat zanîn ku ji ber xwendekarên Partiya Hur Dava yê xwendekarên welatparêz tehdîd kirine ev du rojin di navbera wan de rageşî berdewam dike. Ji ber rageşî mezinbû polîsan derdorê zanîngihê girtin û ketin hindirê zanîngihê. Li gel vê mudaxeleya polîsan jî du rojin rageşiya navbera xwendekaran de berdewam dike. Di hingirê zanîngihê de du bombeyên bi deng hatin teqandin. Gelek camên zanîngihê ji aliyê xwendekaran ve hatin şikandin. Ji ber rageşiya heyî hêzên taybet ketin hindinr û mudaxeleyî xwendekaran kirin. Hat zanîn k udi mudaxeleyê de gelek xwendekar hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên ku hatin girtin xwendekara bi navê Şevîn Soysuz ji xwe çu û rakirin nexweşxaneyê. Piştî mudaxweleya polîsan jî rageşiya navbera xwendekar û ciwanan berdewam dike.
Ji ber rageşiya heyî Hevşaredarên Navenda BDP’ê yên Amedê jî çun zanîngihê.
(zt)

