Desteya Jin û Malbatê Navenda Rewşen Bedirxan ziyaret kirin

13:29

JINHA


EFRÎN - Seroka Desteya Jin û Malbatê ya Rêveberiya Efrînê Fatma Lekto û Cîgira wê Sêvîn Koro, di çarçoveya bernameya xwe ya serdana saziyên jinan û xurtkirina têkiliyan de, çûn serdana Navenda Komeleya Jinan a Rewşen Bedirxan.


Di serdanê de hate diyarkirin ku Desteya Jin û Malbatê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan pêwisîtiyek bû û li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera saziyên jinan û destê de hate rawestîn. Fatma Lekto ku di serdanê de axivî, anî ziman ku jinan karibûye civakekê ava bikin û parastin û hevgirtina xwe bike.


Hate diyarkirin ku dê ziyaretên desteyê bidomin.


(zt)