Jinan firina gund nû kirin û dest bi çêkirina nan kirin

13:33

JINHA


TIRBESPIYÊ– Jinên gundê Dêrîna Qulingan, bi alîkariya Komîteya Abori ya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê, firina nan a gund ku ev salek bû, nedi xebitî ji nû ve ava kir û dest bi çêkirina nan kirin.


Komîteya Abori ya girêdayî Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinan a bajarê Tirbespiyê, bi hevkariya jinên ji gundê Dêrina Qulingan ê Herêma Alîyan, firina gund ji nû ve çêkir. Firina ku ev nêzî salekê ye nedihat şixulandin, ji aliyê jinan ve ji nû ve hate çêkirin û dest bi xebatê hate kirin.


Komîteya Aborî jî pêdiviyên firinê yên wekî, ard, havên, sotemenî peyda kirin. Piştî çêkirinê, jinên gund dest bi çêkirina nan kirin. Nanê ku ji firinê tê derxistin, ji bilî gundê Dêrîna Qulingan, li gundê Babasiyê jî tê belavkirin.


Berpirsyara Komîteya Aborî Şafîe Agirî diyar kir ku vekirina firinê gundî keyfxweş kirine. Agirî anî ziman ku ewê alîkariya xwe ya ji bo peydakirina pêdiviyên firinê bidomînin.


Şêniyên gund jî ji ber vekirina firinê keyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ew ê alîkariya projeyên bi vî rengî bikin.


(zt)