Li Hindistanê mafê ‘cinsê sêyem’ hat nasîn
14:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di Dadgiha Bilind ya Hindistanê de ne jin, ne mên ‘cinsê sêyem’ hat pejirandin. Piştî serlêdana Laxmî Narayan Trîpathî ya 2012’an hat pejirandin.
Beriya niha biryarek wiha li Dadgiha Bilind ya Avustralya jî hatibû girtin. Dadgerê Hindistanê K. S. Radhakrîshnan got: “Weke cinsê sêyem naskirina transgenderan, ne pirsgirêkek civaki yan jî tendirustiye. Ev pirsgirêkek ya mafê mirovane.”
‘Ji ber Hindistanî me pir şanazim’
Piştî serlêdana Laxmî Narayan Trîpathî ya 2012’an ev biryar hat pejirandin. Piştî biryarê Laxmî Narayan Trîpathî daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Carayekê ye ku îro weke Hindistaniyekê, ez bi hindistanîbûna xwe şanazim. Niha ez û xwişkên xwe em hîsa rastî bûyîna hindistanî jiyan dikîn. Em gelek şanazin ji ber mafê me ji aliyê Dadgiha Bilind ve hat naskirin.
(zt)

