Girtiyên siyasi yên Afyonê: Ewlehiya canê me nîne!

14:39

JINHA


AFYON – Her roja ku diçe  tundiya li ser girtiyên siyasî zêde dibe. Ramazan Çinar yê kul i Tîpa E ya Girtîgiha Sergirtiya Karahisar ya Afyonê dimîne bi riya telefonê li malbata xwe geriya û got: “Ewlekhiya me ya giyanîn nîne. Ez dêdetir na peyîvim hun bi navê me van kirinên li ser me tên kirin bi raya giştî re par bikin.”


Li herêmê û Tevahiya Tirkiyê her roja ku diçe zext û zoriyên li ser girtiyên siyasî zêde dibin. . Ramazan Çinar yê kul i Tîpa E ya Girtîgiha Sergirtiya Karahisar ya Afyonê dimîne bi riya telefonê li bavê  xwe Omer Çinar geriya û wiha got: “Ewlehiya canê me nîne. Xwendekarên ku tên hevdîtina me, îdarê wêneyê wan dikêşin û ji miduriyeta polîsan re dişînin. Dema kum e pirsî çima hun wêneyan dikişînin bi gotinên weke ‘ji ber ewlehiya we.’ Ez dêdetir nikarim bipeyîvim hun bi navê me van kirinên li ser me tên kirin bi raya giştî re par bikin. Ewlehiya me û dîdarên me din ava metirsiyêdenin.”


‘Hun dixwazin çî bikin?’   


Bavê Ramazan Çinar Omer Çinar balkişand li ser zext û zoriyên li ser girtiyên siyasî û bang li Wezîrê Dadê kir û wiha domand: “Hun dixwazin çî bikin? Ji xwe zarokên me dinava çar dîwaran de zoriyan dikêşin. Ev dadek çawaye. Tu mafê we yê hun deruniya zarokên me xirabikin nîne. Heger tuştek bê serê zarokên me berpirs hunin.” Omer li gorî agahiyên ji lawê xwe Remezan girtî wiha dibêje: “Mudurê duyemîn yê girtîgihê ji bo girtiyê siyasî dibêje ‘Ezê her tiştî bikim. Kes nikare tevlî min bibe yan jî ji bom in tuştekê bêje. Ez çî bixwazim ezê li web ikim.’ Emê heta dawiyê li peyî zarokên xwebin. Em van tundiyan şermezar dikin. Divê Wezîrê dadê demek ji ya dinê zutir, bûyerê lêlolîn bike û ya pêwîst çiye bike.”


(zt)