Li Zanîngiha Dîcleyê Ezmun hatin betelkirin

14:58

JINHA


 


AMED - Di bûyerên li Zaningeha Dîcleyê qewîmîn de polîsan 50 xwendevan derp kirin û binçav kirin. buyer li zanîngehê didome. Piştî bûyer belavî hemî Fakulteyan bûn, hemî Fakulte hate vala kirin û ezmûn betal kirin. Li ser navê xwendevanan Harûn Onen daxuyaniyê xwend û got: “Ji bo çeteyên Rojava ji vanderan endam tên şandin û rektoriya Zaningehê jî destûr di de van çeteyan û mudaxeleya birêxistina wan çeteyan nayê kirin”


Li Zaningeha Dîcleyê xwendevanên welatparêz ku li ber Fakulteya Endezyariyê stand vekiribûn ji hêla 30-40 kesên Kulûba Ciwanên Bîlgeyê ve bi dar û satoran gef li wan hate xwarin û xwesxtin wan texrîk bikin. Piştî bûyer hate bihîstin bi hezaran xwendevan li ber Fakulteya Endazyariyê civiyan û hate bihîstin ku partiya hur dava û endamên kulûba ciwanên bilgeyê li ber servîsa lezgîniya Nexweşxaneyê civiyane ciwanan ber bi başa Lezgînî ve meş lidarxistin. Hezaran xwendevanên ku dest bi meşê kirin pêşiya wan li ber Fakulteya Fen û Wêjeyê ve ji hêla polîsan ve hate birîn. Piştî polîsan nehêştin xwendevan bi meşin li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.


‘Xwendekarên jin hatin derbkiri!’



Divê navberê de bi hezar xwendevanên ku bûyer bihîstin hatin cihê daxuyaniyê.Li ser navê xwendevanan Harûn Onen daxuyaniyê xwend û got; "Sala çûyê jî bi alîkariya polîsan heman bûyer qewêmî bû û diyar kir ku," Ji bo çeteyan ji vanderan endam tên şandin û rektoriya Zaningehê jî destûr di de van çeteyan û mudaxeleya birêxistina wan çeteyan nayê kirin.Ji ber ku sala çûyî polîsan û rayedaran mudexeleya bûyêrê bivî rengî nekirin rewş gihêşt vê mer heleyê.Piştî Onen daxuyanî bi çepikan bidawî bû.Piştî ku xwendevan ketin Fakulteya Fen-Wêjeyê polîsan mudexeleya xwendevana kirin û xwendevan ji hêla polîsan ve hatin derp kirin û bin çav kirin. Tişta balkiş polîsan mıdaxeleya kesên di pêşîdebûn bi tûnd mudexele kirin û hate dîtin ku polîsan çek kişand xwendevanan.


Ji ber bûyerên heyî ezmun hatin betalkirin



Di bûyeran de gelek xwendevan ji hêla polîsan ve hatin derp kirin û binçav kirin. Di mudaxeleya polîsan de hîn xwendevan ji ser hêşê xwe ve çûn.Piştî ku alozî domdarbû Hevserokên BDP’a Amedê hatin cîhê bûyerê lê belê polîsên Zaningeh dorpêç kiribû destdûr nedan Hevserokan û alozî rûdan. Di Kampusê de gelek wesayêtên zirxî û polîsên çewîk tên rawestandin û ngengeşiya rûdaye domdar e.

Di vê kêlekê de xwendevanên hatin binçav kirin bi kelepçeyê lastîk ve bi 3 munîbûsan birin ewlehiya Amedê.Kesên ji ser hêşên xwe ve çûn Jî bi alîkariya hevalên xwe şandin nexweşxaneyê û xwendevanên li ber Salona Girtiya Wezîşê sekinîbûn polîsan hewldan ku wan jî binçav bikin.

Polîsên ku di nava Zaningehê de digerin bela sebeb xwendevanan binçav dikin û hat aşkere kirin ku aloziya li Zaningehê berdewam dike. Xwendevanên ku helwesta polîsan bi dirûşmeya “Çewsandin me tengezar nakin”şermezar kirin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Dîsa hate rahandin ku, li Zaningeha Dîcleyê hemî Fakulte hatiye vala kirin û ezmûn betal kirine.


(zt)