Ji hevserokên BDP’ê daxuyaniya ‘xendekan’

16:00

JINHA


AMED – Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê û hevşaredaran bertek nîşanî kolandina xendekên navbera Rojava Herêma Federala Kurdistanê û Tirkiyê de tên kolan dan û wiha gotin: “Bi van kirinên xwe KDP xizmeta mirina mirovan dike. Em çêkirina van xendekan napejirînin û şermezar dikîn.”


Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê û hevşaredarên navend û navçeyên Amedê bi armanca şermezarkirina kolandina xendekên navbera Rojava Herêma Federala Kurdistanê û Tirkiyê de tên kolan û êrîşên li ser Rojava, li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cigerxwîn daxuyanî dan çapemeniyê. Bi navê hevserokat Cîgirê Herserokê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê Eşref Memedogulu daxuyanî xwend. Eşref balkişand li ser şerê 4 salan li Suriyê tê meşandin. Eşref diyar kir ku çend salên ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li Suriyê mayî gel bi rêxistin kiriye. Eşref da zanîn ku ew modela rêxistinê ji wê demê di nava gel de maye û niha bi awayê şoreşê xwe li Rojava dide nîşandan.


‘Em xendekên tên kolan napejirînin’  


Eşref anî ziman ku hişmendiya kurd li çar parçeyan belav kirî, niha jî bi destê KDP’ê  bi awayê kolandina xendekan berdewam dike û wiha berdewam kir: “Çêkirina xendekan bi qirkirinên Enfal, Helepçe, Roboskî, Dêrsim û Zîlan re yekin. Bi salan ji ber bi cîh kirina mayînên li ser sînor bi hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên me ji bo serdana xizmên xwe yan jî debara xweya aboriyê li ser sinoran li mayînan qelibîne, yan jiyana xwe ji dest dane yan jî seqet mane. Bi van kirinên xwe KDP xizmeta mirina mirovan dike. Em çêkirina van xendekan napejirînin û şermezar dikîn.”


 (zt)