Jinên Kobanê kolandina xendekan şermezar kirin

19:39

JINHA


KOBANÊ - Rêxistina Yekîtiya Star Lİ Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê kolandina xendekên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şermezar kir.


Daxuyanî îro li li pêşiya navenda Zanist û Perwerdeya Jinê hate dayîn û gelek jin tevlî bûn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:


“Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve em dibînin ku PDK’ê destek nedaye miletê Rojava, berevajî wê her tim hewl daye ku asteng bike.  Di van demên dawiyê de jî rûyê vê partiyê yê rast bi kolandina xendekan re eşkere bû û derket holê ku sedema zêdebûna êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê xiyaneta hundirîn bi xwe ye. Berzanî bi anîna pêşmergeyan û bildozeran a ser sînor re, li Kurdistanê cih ji xwe re nehişt. Barzanî bi van siyasetên xwe re, siyaseta dewleta Tirk a li dijî Rojava temam dike. Lewre divê biçe gel şirîkê xwe Erdoxan û xaka Kurdistanê terk bike.


Em dibînin ku Barzanî li dijî têkoşîna jinê ya li Rojava ku li hemû qadan liber xwe dide jî dijminahiyê dike. Bi birîndarkirina jinekê ya ji aliyê çeteyên wan re, ev yek diyar dibe. Îro Barzanî li şuna ku biçe qatilên Enfal û Helebçe derxîne holê, li şuna ku biçe Kerkûkê û herêmên Başûrê Kurdistanê yên dagirkirî rizgar bike, xendekan li derdora Rojava dikole û jina ku dixwaze van xendekên şermê bixetimîne, birîndar dike”.