Selis di nava taxan de navendên xwe avadike
08:58
Gulşen Koçuk / JINHA
ÊLIH – Atolyeyan Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Hêvi ya Êlihê û Navenda Tendirustiyê ya Şaredariya Êlihê bi hev re di nava taxên Êlihê de dest bi xebatên girêdayî jinan kirine. Li ser van xebatên xwe Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan Selîs ya Êlihê Nefîse Akîl axivî. Nefîse diyar kir ku armanca wan ji vê xebatê ewe ku di nava taxan de navendên selîsê bên avakirin û di wan navendan de girêdayî pirsgirêkên jinan nîqaş bên kirin.
Şaredariya Êlihê dibin banê Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan Selîs ya Êlihê de girêdayî pirsgirêkên jin jiyan dikin din ava taxan de dest bi xebatên xwe kirine. Atolyeya Jinan ya Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Hêvi ya Êlihê û Navenda Tendirustiyê ya Şaredariya Êlihê bi hev re din ava taxên Êlihê de dest bi xebatên girêdayî jinan kirine. Xebatên wan mijarên weke mulakat û semîneran digirin nava xwe. Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan Selîs ya Êlihê Nefîse Akîl di derbarê xebatên xwe de agahî da. Nefîse da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan wan di nava taxên Êlihê de dest bi xebatek hevbeş kirine. Nefîse destnîşan ki r ku di haman demê de di nava xebatên wan de civaknas û derunas jî cîh digirin.
Armac: Din ava taxan de bi jinan re li hev kirin
Nefîse derbirî ku ew bingihê avakirina navandên selîsê din ava taxên Êlihê de amade dikin. Nefîse anî ziman k udi nava xebatên xwe de ew dê li ser mijarên weke tendirustî, hiquq û derunasî semîneran bidin û jinan bi rêxistin bikin û wiha got: “Bi vî awayî li şona ku jin bên l ime bigerin, emê hewil bidin xwe bigihînin wan. Bi vî awayî dê jin bi riya saziya me zutir bikarin alîkariyê bi girin û xwe bigihînin cihê peyîwendîdar.”
‘Emê li hemû deriyan bixin û xwe bigihînin hemû jinan’
Nefîse diyar kir ku ew dê bi van xebatên xwe xwe bigihînin hemû jinên Êlihê û ji bo bi dawîbûna xebatên xwe jî taybetî dîrokek diyar nekir. Nefîse da zanîn ku wan di 15’ê nîsanê de bi 40 jinan r5e 3 saetan li ser mijarên weke tendirustiya zarokan, şideta li ser jinan û parastian mafê jinan nîqaş kirine û bi vî awayî dest bi xwebatên xwe kirine. Nefîse destnîşan kir k udi nava nîqaşan de jinan taleb û daxwazên xwe jî anîne ziman.
(zt)

