Ji travmaya ku leşkerek berê jiyan kirî wovitiyek derket holê

10:35

Ozlem Akin-Tekoşin Tekin /JINHA


EDENE – Dîmenekdinê li wehşeta li ser cenazeyê PKK yiyan tê kirin zêdebû. Welatiyê  ku di sala 2011’an de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê leşkerî dikir, kiryarên dermirovane yên ku li ser cenazeyên gerilla kirine anî ziman û ji ber jiyankirina tiravmayê dîmenên wê demê bi raya giştî re par kir û got: “Ezê di tevayî jiyana xwe de van dîmen ne ji mejiyê xwe û ne jî ji telefona xwe sîlnekim. Min encamên vê girtine ber çavan û pêdivî bi parkirina wê dît. Ez ne poşmanim. Divê mirov li hemberî vê wehşetê û van kirinên hovane bêdeng nemîne.”


Ji ber bicîh ne anîna hevpeyîmana hiquqi ya Ceneveryê, di nava şerê li herêmê tê meşandin de dîmenên ku di dema şer de wehşeta heyî dide diyar kirin di nava raya giştî de tê parkirin. Ji wehşeta li ser cenazeyê gerillayan tê kirin yekîdinê jî zêdebû. Dîmenên k udi telefona leşkerekê de hat dîtin, wehşet û hovaneya heyî carekedinê raxist berçavan. Welatiyê li Edeneyê dijî ku wê demê leşkerî dikir û nexwest navê xwe diyar bike, ev dîmen bi raya giştî re par kir. Heman welatiyê li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê leşkerî dikir, di navbera 20-25’ê mijdara sala 2011’an de wehşet û kirinên dermirovane yên li ser cenazeyê 5 gerillayan kirine vegot.


’10 metreyan cenaze bi erdê ve kişanein’    


Welatî diyar kir ku heta niha ji ber tirsa diyarbûna nasnameya xwe tirsaye û ev dîmenane veşaritiye. Welatî da zanîn ku ji ber wê îskenceya hatî kirin deruniya wî xirabûye û di dawiyê de gihaye wê encamê bedelê wê çî dibe bila bibe dê bi raya giştî re par bike. Welatî destnîşan kir ku dema dîmenê bi telegonê kişandine birine qereqolê, wan û qomtanê xwe bi keyîf lê nêrîne û wiha got: “Ji aliyê qumtan ve bi giştî dîmen bi keyîf hatibû kişandin. Di şerekê de 5 gerillayan jiyanan xwe ji dest dabûn. Cenaze bi helîkopterê birin. Yek jin û 4 mêr bûn. Dema ku helîkopter nizim dibû ji hewa de cenaze di avêtin erdê. Ji xwe di dîmenan de jî di xwiyê. Cenaze 9- 10 metreyan bi redê ve di xişikandin. Li ber re jî li wan dixistin.


‘Ji ber ez bûm şahidê wan wehşitiyan min travma jiyankir’


Welatî ji ber heta niha dîmen veşartiye wiha dibêje: “Ev dîmen tenê bi qumtanê qereqolê hebû û dizanî ez dizanim dîmen tenê bi wî hene. Ji xwe qumutan jî min nasdike. Ji ber van sedeman ji bo nasnameya min diyar nebe ditirsam. Ji ber ez bûme şahidê van hovîtiyên hatine kirin, dîmen di telefona min de hene û min heta niha par nekiriye, bi wijdanî min xwe rehet hîs nedikir û ji ber wê jî deruniya min xirabû. Dibe ku niha jî ez pir nikarim bînim ziman, lê min demên gelek zor derbaskir. Di tevayî pêvajoya leşkeriya min de min demên gelek zor derbas kir û ez gelek xiravbûm. Ji ber îskenceyên min bi çavên xwe dîtî min travma jiyan kirin. Niha ji ber min dîmen par kirin kêmêk be jî ez hinekî wijdanê xwe rehet hîs dikim. Di tevayî jinayan xwe de ezê van dîmenan ji hiş û telefona xwe sîl nekim. Min encamên vê girtine ber çavan û pêdivî bi parkirina wê dît. Ez ne poşmanim. Divê mirov li hemberî vê wehşetê û van kirinên hovane bêdeng nemîne.”


 ‘Dewletê êş û jan bi hemû welatiyan da kişan’


Di derbarê vê mijarê û bi giştî wehşeta li ser cenazeyê gerillayan tê kirin Serokê Şaxa ÎHD a Edeneyê Şahîn Kiliç jî wiha got: “Ji dema avabûna komara tirkiyê di sala 1923’an heta niha  dewletê êş û jan di serî de bi kurdan û hemû gelan daye kişandin. Bi tayîbetî di van 30 salên dawiyê de bi meşandina tekoşîna azadiya gelê kurd re, her dem dewletê bi şêweyê nîkar û tunekirinê bersiv daye. Em weke parêzvanên mafê mirovan ne tenê bûne şahidê van bûyeran her wiha me bi çavê xwe jî dîtine.” Şahîn da zanîn ku malbatên gerillayên jiyan xwe jî dest danê bi dehcaran serî li wan dane û wiha got: “Di aliyê wergirtina cenazeyên gerillayên PKK’ê yên k udi şeran de jiyana xwe ji dest didin û tînin Tiba Edlî, em alîkariya malbatên wan dikin. Di dema teşhîsê de men wan kirinên der mirovane yên kul i ser cenazeyên gerillayan tên kirin dibînin. Em bûn şahidê gelek kirinên hovane yên weke jêkirina organên wan, li wan xistin û kirinên di tu olan de anyên pejirandin li ser wan dikin û bi wî awayî jî bi komî dixin li gorên komîde. Di vê rewşê de emê hîna şahidiyê ji van bûyeran re bibin.”


‘Ev alîkariyê didin pêvajoya çareseriyê’   


Şahîn balkişand li ser pêvajoya çareseriyê ya ku di Newroza Amedê ya 2013’an de ji alin Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin û wiha domand: “Em alîkariyê didin vê pêvajoya ku hatî despêkirin. Ji bo êşên hatine jiyan kirin carekedinê dubare nebin em piştevaniya vê pêvajoyê dikin. Bi rastî jî di vî şerî de gelek tiştên xirab hatin jiyan kirin. Vîn û rometa mirovan kete bin lingan. Tirkiye hevpeyîmana hiquqi ya şer a Cenevre tune hesab kir. Li ser cenazeyên gerillayan îskence kirin. Ev îskence di heman demê de li ser vîn û hesyeta mirovahiyê tê kirin. Heger li welatekê şer heye, quralên şer jî hene. Em bawer dikin ku lig ora quralan şer tê kirin. Me tucarî şer weke rêbaza çareseriyê nedîtiye. Şer ji bo tu welatan çareserî ne aniye. Ji bo êş bi dawî bibin û aştî bê vî welatî, em weke parêzvanên mafê mirovan ji dewletê dixwazinî ku serdestiyê neke.


(zt)