H.O: Tu jin bêbextiyê li xwe nake
10:12
Mizgîn TABU – Zehra DOGAN / JINHA
ŞIRNEX – H.O, par dema diçû nexweşxaneyê rastî tecawiza 5 kesan hat. Tenê 2 tecawizkar hatin girtin, lê piştî rapora Tiba Edlî her du girtî jî serbest hatin berdan. Dê 10’ê çilê doza H.O’yê bê dîtin. H.O, diyar kir ku li hemberî feraset û nêzîkatiya cinseyat civakî dê her tim di nava têkoşînê de be. H.O, bang li jinan kir bila tevli dozê bibin.
H.O, li Cizîra Şirnexê di nîsana sala 2012’an de dema diçû nexweşxaneyê rastî tecawiza 5 kesan a ku xwe wekî polîs dayî nasîn hat. Di 12’ê gulanê de tenê 2 bersûc hatin girtin. Tiba Edli rapora xwe aşkera kir û li gorî raporê H.O rastî tecawizê nehatiye. Piştî raporê her du bersûc jî serbest hatin berdan. H.O bertek nîşanî biryarê da û da zanîn ku tu jinek bêbextiyê xwe nake. H.O bang li jinan û saziyên jinan kir bila bêdeng nebin, piştgiriyê bidin wê û tevli doza ku dê 10’ê çilê ye bê dîtin bibin.
Di rapora Tiba Edlî de heman nêzîkatî…
Parêzerê H.O Murat Aydogan, bal kişand ser doza H.O’yê û da zanîn ku rapora Tiba Edli ji bo pêvajoya danişînê xetereyeke û ji ber ku dadgeh raporê esas digire. Murat, destnîşan kir ku dê dîsa daxwaza girtina bersûcan bikin lê ev rapor vê rewşê diguherîne û wiha got: “Testên ku hewce piştî mehek ji Tiba Edlî re hat şandin. Piştî mehek darba ji bedena H.O’yê ji holê rabûn. Ev ji bo me zehmetiyeke mezin e.”
‘Tu jin bêbextiyê li xwe nake’
Piştî bûyerê nêzîkatî û nêrînên hevser, zarok, malbat, xizim, cîran û şêniyên navçeyê li hemberî H.O’yê guherî. Li gorî feraseta cinsiyeta civakî H.O sûcdare û divê bê cezakirin. Malbata hevserê H.O’yê daxwaza doza hevberdanê kir û H.O, bal kişand ser nêzîkatiya malbatê û wiha got: “Xizmên hevserê min dixwaza kuştina min kir. Xwesiya min nexwast bi min re bijî. Her tim bêbextiyê li min kirin û di gotin ‘te bi daxwaza xwe têkilî daniye’. Tu jin li hemberî xwe bêbextiyeke bi vî rengî nake. Ji ber van nezîkatiyan êdî zarokên min jî li hemberî min bi bertekin.”
‘Jin parêzeriya tecawizkaran dike’
H.O, destnîşan kir ku 5 bersûc hebûn tenê 2 bersûc hatin girtin, lê piştî rapora Tiba Edli 2 kesên girtî jî serbest hatin berdan. H.O, niha di nava tirs û fikaran de dijî û wiha got: “Ez bi tirs dijîm. Ji ber ku sûcdar li derve ne. Her ku diçe psîkolojiya min xirab dibe. Kesek neheqiya li hemberî min tê kirin nabine.”
H.O, bal kişand ser pêvajoya dadgehê û wiha pê de çû: “Parastina min ji hêla dadger ve dihat astengkirin. Heke dadgeh mafê min neparêze ezê berê xwe bidin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Her wiha parastina 4 parêzerên min jî qels e. Her tim dadgeh min tehdît dike û dibêjin ‘Xwe bêdeng bike emê te derxin derveyî salonê’. Her wiha tişta herî balkêş jî parêzerên tecawizkaran jin e. Di nav parêzerên min de jî mêr hene. Parêzên jin tecawizkaran diparêze.”
‘Her tim jin dibin mexdûr’
H.O, daxuyand ku sazî, dezgeh û rêxistinên jinan divê piştgirî bidin û dozê bişopînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştgiriya Komeleya Jinan a Sitî ya Zîn a Cizîrê girîng bû. Di bûyerên bi vî rengî de divê piştgiriya saziyên jinan hebe. Ji ber ku tu carî piştgiriya dadgeh û Tiba Edlî çênabe wekî bûyera min. 5 zarokên min hene û divê ez zarokên xwe xwedî bikim.”
‘Jin wekî dijmin tê dîtin’
H.O, wekî bi hezaran jinên ji hêla civak, dadgeh, Tiba Edli, bi dehan caran hatin mexdûrkirin. H.O, tu carî li hemberî feraseta cinsiyeta civakî dev jî têkoşîna xwe berneda. H.O, diyar kir ku divê hemû jin bi wêrek bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her roj bi hezaran jin bi tacîz û tecawizan re rû bi rû dimînin. Gelek jin ji ber tirs û fikaran nikarin tecawiza li hemberî xwe bînin ziman. Divê jin tu carî bêdeng nemîne. Têgeha ‘Namûsê’ di nava civakê de bi bandore. Ji ber vê jî nêzîkatiya civakê jî ya li hemberî jinê cuda ye û jinê dijmin dibînin. Li dijî vê feraset û nêzîkatiyê divê hemû jin bibin yek û alîkariya bidin jinan. 10’ê cilê doza min heye û divê hemû jin bi hestiyar nêz bibin û tevli danişînê bibin.”
Wêne: Zehra DOGAN
(zd/la)

