Dê li Amedê berhemên Ehmed Kaya bên gotin

11:12

JINHA


AMED – Li Konservatura Zanîngiha Dîcleyê koma xwendekaran ya 8 jê solîs bi lêxistina 14 estrumanan ji bo gotina sitiranên Ehmed Kaya lez dan xebatên xwe. Koma xwendekaran dê di 17’ê nîsanê de li Navenda Kongireyê ya Zanîngiha Dîcleyê 17 berhemên Ehmed Kaya bêjin.


Li Amedê 8 xwendekarên kul i  Zanîngiha Dîcleyê beşa konservatuarê dixwînin, dê di 17’ê nîsanê saet di 17.00’an de sitiranên Ehmed Kaya bêjin. Ridvan Tekbaş yê kul i Zanîngiha Dîcleyê Beşa Konservatuarê de Perwerdeya Deng dibîne diyar kir k udi derbarê mijarê de wî fikirê xwe bi mamostayê xwe re par kiriye û mamosta jî fikira wî erênî ditiye û got: “Emê bi keda xwe hewil bidin kul i bajarên dinê jî derkevin dikê. Em difikirin ku vê konsera xwe weke turne bidin. Armanca me ewe ku em van berheman her dem bi hev re bêjin.”


‘Me bi hev re behrem hilbijartin’


Ridvan anî ziman ku wan ji berhemên Ehmed Kaya 17 girtine ji bo bêjin û wiha got: “Ev meheke em prova dikin. Em hêvîdarin ku ji bo guhdarkirinê herkes beşdarî bibin. Emê hem xemgîn bibin û hem jî bilîzin.” Ridvan da zanîn ku koma wan ji 8 kesan pêktên û dê her yek du sitiranan bêjin û wiha domand: “Emê nêzî 14 estrumanan bixebitînin. Me di dibistanê de orkerstirayek profesyonel avakiriye.”


‘Ehmed Kaya mafê mey ê rastiye’


Ridvan destnîşan kir ku ji bo nirxên gel winda nebin wan Ehmed Kaya helbijaritîne û wiha berdewam kir:”Ehmed Kaya nirxek yê meye. Buye malê vî gelî. Kariye tuştekê bide gel, kesayetek wihaye ku kariye bibe rastiya me û gel. Ji ber vê jî berhemên Ehmed Kaya gotin ji bom e cihê şanaziyêye. Em hewil didin ku bi keda xwe van berheman li bajarên dinê jî bêjin. Armanca me bi hev re gotina van berhemane.”


(zt)