Di nava 2 salan de 200 dozên jinan hatin çareserkirin
12:48
JINHA
DÊRIK - Komîteya Lihevanînê ya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a Dêrikê, di nava 2 salan de 200 dozên jinan çareser kirin.
Komîte di 8’ê Adara 2012’an de bi vekirina Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan re hate avakirin. Komîte ji 3 kesan pêk tê û bi pirsgirêkên aborî, malbatî yên wekî tundî, lêdana hevseran, zewaca di temenê biçûk de û bûyerên hevseran ên jihevqutbûnê re mijûl dibe.
Endamên komîteyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rêbaza guhdarkirina herdu aliyan, pîvanên civakî û exlaqî bikar tînin, di nava 2 salan de 200 dozên jinan çareser kirine. Dozên ku nayên çareserkirin jî, hewaleyî Dadgeha Gel tên kirin.
Endama Komîteyê Nacîde Newa diyar kir ku ew ji bo xebatên hevbeş û fêrbûna karê hiqûqî hefteyê 3 caran tevlî rûniştinên dozên Dadgeha Gel dibin.
Endama Komîteyê Narîman Mehemed jî got ku armanca wan çareserkirina pirsgirêkên jinan û mîsogerkirina mafên wan e. Narîman Mehemed anî ziman ku ew bi pirsgirêkên jinan ên herêmên Koçerat, Berav û Dêrikê re mijul dibin.
