Li bajarê silêmaniyê di serê sibê de erdhej çêbû
12:52
Nîsan
16
/ 2014
JINHA
SILÊMANÎ – Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê îro saet di 04.15’an de erdhejek bi hêza 4.2 li gorî pîvana Richter pêk hat.
Çavdêrgeha erdhejê ji dezgehên çapemeniyê re diyar kir ku îro saet di 04.15 li bajarê Silêmaniyê erdhejek bi hêza 4.2 li gorî pîvana Richter pêk hat.
Hêjayî gotinê ye bajarê Silêmaniyê di vê mehê de gelek caran rastî erdhejê hat. Heman Çavkanî diyar kir ku ti ziyanên bal kêş nehatin qeydkirin.
(zt)

