Li Afganistanê li hemberî parlementera jin êrîşa çekdarî

13:59

JINHA


AFGANİSTAN – Li Paytexta Afganîstanê Kabîlê endama parlamentoyê Meryem Kofî di encama êrîşa polîsan de birîndarbû.


Li gorîn dxuyaniya nivîskiya Wezareta Karkerên Afganîstanê d udi saet 10.00’ê şevê de di navbera Parlement Meryem Kofî û polîsekê de nîqaş derketiye, di dawiyê de polîs gule li ser Parlementer Meryem barandiye û Meryem ji lingê xwe birîndar bûye. Wezaretê da diyar kirin ku bûyer li herêma Şeherk Area ya Kabilê li nêzî mala Meryem çêbûye. Piştî bûyerê Meryem rakirin nexweşxanê û hat zanîn ku rewşa Meryem başe.


Wezaretê da zanîn ku êrîşkar piştî bûyerê girtine bin çavan. Hat zanîn ku piştî bûyerê hema dest bi lêkolînê hat kirin.


(zt)