Di nava 2 rojan de li Surî 203 kuştî û 107 girtin û revandin

14:43

JINHA


EFRÎN – Di şer û pevçûnên ku 2 rojên dawî de li bajarên Şam, Hums, Hema, Heleb, Deraa, Dêra Zor, Idlib, Reqa, Siwêdiyê, Latkiye, Tertos û Qinêtra yên Suriyê qewimîn de, 172 sivîl, 31 leşker û asayiş hatin kuştin, 46 kes birîndar bûn, 19 çalakvan, parêzer û rewşenbîr hatin girtin, 88 kes hatin revandin.


Kometiya Mafê Mirovan a Kurdî û Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a Kurdî, derbarê şer û pevçûnên ku di 2 rojên dawî de li bajarên Suriyê qewimîn de, li ser malpera xwe ya înternetê bîlançoyek weşand. Di bîlançoyê de navên kesên ku hatine kuştin, birîndarkirin, revandin û girtin jî li gorî bajaran hatine dayîn.


Di raporê de tê diyarkirin ku ev bêtirî sê salan e ku wekî rêxistinên mafê mirovan li Sûriyê ji ber tundiya li gelek kolan û bajaran nûçeyên bi êş dibihîzin û wiha hate gotin: “Li gelek deveran teqîn, topbaran, kuştin, revandin, zêdebûna hejmaran koçberan, gelek kuştiyên nasnameya wan nediyar tên dîtin. Ev geşedanên bi êş bû sedema binpêkirina mafên mirovan. Di encama lêkolînên ku me piştrast kirine de, ji berdewamkirina rijandina xwînê û tundiyê, di 14 û 15’ê Nîsanê de ji leşker, asayîş û sivîlan gelek kes hatine kuştin birîndar kirin û revandin.”


Li gorî raporê hejmara kesên di nava 2 rojna de hatine kuştin, revandin û girtin wiha ye:


a- Sivîlên hatine kuştin:


Heleb: 41


Hums: 30


Dêra Zor: 6


Şam û derdora wê: 49


Hema: 3


Idlıb: 34


Deraa: 9


b- Leşker û asayîş


Latkiye: 6


Tertos: 3


Şam û derdora wê: 7


Heleb: 4


Idlib: 2


Deraa: 1


Dêra Zor: 1


Hema: 2


Siwêda: 5


c- Kesên birîndar bûne


Şam û derdora wê: 46


d- Çalakvan, parêz û rewşenbîrên hatine girtin


Dêra Zor: 2


Tertos: 1


Heleb: 3


Hums: 4


Hema: 3


Şam: 3


Siwêda: 1


Qinêtera: 2


e- Kesên hatine revandin


Şam: 17


Deraa: 7


Tertos: 7


Hums: 7


Hema: 9


Idlib: 7


Heleb: 10


Reqa: 5


Dêra Zor: 19


Di dawiya bang li hemû aliyên herêmî û navnetewî hate kirin ku li hemberî bûyerên li Suriyê bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebat bikin. Her wiha bang hate kirin ku kesên hatine girtin serbest bêne berdan. Dîsa hate xwestin ku rewşa kesên hatine revandin û windakirin bê zelalkirin û ji bo diyarkirina berpirsyaran jî komîteyek navnetewî bê avakirin.