Li ser xendekan 10 konên nobetê hatin vedan
14:48
JINHA
EFRÎN– Bi hezaran welatiyên ku ji bo şermezarkirina kolana xendekên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de û kuştina sivîlan a ji aliyê pêşmergeyan ve, ji bajarên Herêma Cizîrê herikîn ser sînorê Başûr, 10 kon vedan û dest bi çalakiya nobedariyê kirin.
Di saetên serê sibehê de ji bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê bi hezaran welatî, bi wesayitan ber bi bajarê Dêrikê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ve derketin rê.
Girseyên ku li bajarê Dêrikê gihîştin hev, ji vir jî bi sedan wesayitan çûn gundê Girê Sor ê li ser sînor Başûr ku dikeve hemberî gundê Sehêlê. Bi hezaran welatiyên li vir kom bûn û di nava wan de yên pîr jî hebûn, dirûşmeyên wekî, “Xwîn yek e, can yek e xiyanet neke”, “Kurdistan yeke parçe neke” berz kirin û pankartên bi heman naverokê vekirin.
Di çalakiya ku înîsiyatîfa welatiyan pêk hat de, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saruxan, Endamê Dîwana Meclîsa Qanûnsaz Ebdulkerîm Siko, Alîkarê Serokê Desteya Parastinê Soro Ebidlehed Gewriye, endamê Meclîsa Qanûnsaz Mehemed Ebbas, rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî jî hebûn.
Kon hatin vedan
Welatiyên ku gihîştin ser sînor, li vir 10 konên nobedariyê vedan. Piştî vedana konan Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saruxan, Endamê Dîwana Meclîsa Qanûnsaz Ebdulkerîm Siko, Alîkarê Serokê Desteya Parastinê Soro Ebidlehed Gewriye û endamê Meclîsa Qanûnsaz Mehemed Ebbas axaftin kirin.
Di axaftinan de kolandina xendekan hate şermezarkirin hate destnîşankirin ku di vê merheleya hesas ku Rojava tê de derbas dibe û ambargo didome de, divê hemû aliyên kurd bibin alîkarên Rojava. Axaftvanan her wiha gotin ku ew ê wekî Rêveberiya Xweser ji bo şikandina çembera li ser Rojava hemû rê û rêbazan bikar bînin.
Piştî axaftinan bi awayekî sembolîk xendekên ku ji aliyê rêveberiya Başûr ve hatine kolandin, hatin tijekirin.
Çalakî bi govendê bidawî bû. Piştî çalakiyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarên Cizîrê di bin konan de dest bi nobedariyê kirin. Girseya din jî vegeriya.
Konên nobedariyê wê hefteyekê vekirî bimînin û her rojê li ser navê bajarekê wê komek di bin de nobetê bigire.
Di vê navberê de li aliyê sînor ê Başûr jî gelek pêşmerge û çekên giran hatine bicîhkirin.
