Işik: Alîkariya rêxistina jinan hêzekî mezin da min

09:45

Pelin İktueren/JINHA


İZMİR –  Xebatkara Şaredariya Konakê Işik Gungordu diyar kir ku ew beriya hilbijartinan ji aliyê qurumayên Şaredarê berê yê Konak ê Hakan Tartan ve rastî êrîşê hatiye. Işik da zanîn ku ew ji ber nêrîna xwe ya siyasî rastî êrîşek wiha hatiye, hefteyekê rapora nikare kar bike girtiye û nehatiye kar û wiha got: “Tenê daxwaza min ewe ku di derbarê êrîşkar de doz bê vekirin û cezayê kum af kiriye bigire. Min gelek rojên zor derbas kirin. Lê bi alîkariya tevgera jinan min hêz û moral girti”


 Işîk Gungordu destnîşan kir ku beriya hilbijartinan ew ji aliyê 5 mêrên quruma û şufêrê Şaredarê berê yê Konakê ve hatiye darb kirin. Işik ya ku hefteyekê rapora nikare kar bike girtiye wiha got: “Ji ber mirovên ku ez bi wan re dixebitim, ne di heman fikirêdeme ji aliyê wan ve rastî êrîşê têm. Ji ber fikirên xwe ez rastî êrîşek wiha hatim. Yên li hemberî min bi tundiyê fikira xwe li ser min di sepandin.” Işik derbirî ku ji ber wê di dema hilbijartinan de alîkarî dida berendamek dinê û ev yek hem din ava şaredariyê de û hem jî ji derve bi hevalên xwe re par kiriye û wiha domand: “Wê demê rastî emelyata keça min hat.  Min hewilda xwe ji navenda tundiyê dur bixim.”


‘Ez ji aliyê 5 kesan ve rastî êrîşê hatim’


Işik bûyerek ya xwe ya kul i gel Şaredarê berê yê Konakê yê berê Hakan Tartan jiyayî wiha anî ziman: “Di derî de ez û şaredar rastî hev hatin. Şaredar bi gotina ‘Tu li kuyê’ ji min pirsî û min jî got ez li vanderanim, keça min emelyat bû ez hinekî bi wê re mijulbûm. Şaredar ji bo min got ‘Ma evder axura dîngoyane?’ Min cara yekê gotinek wiha bihîst û ez gelek xirabûm. Dema ku Hakan Tartan di derîncan de daket xwarê bi gotinên weke ‘her kesên îxanetê l imin dikin, dê cezayê xwe bikêşin’ qêr dikir. Di wê navberê de qurumayên wî jî li wê bûn. 1,5 Saet paşê hetin jorê û li destê min re girtin û li min xistin. Di wê navberê de ez ketim şoqê. Tevgerên wan ecêb bûn û min ber bi derî ve raxişkandin.” Işik bilêv kir ku her 5 êrîşkar li ser wê kombûn û wiha berdewam kir: “Yekê pihînek li lingê min çepê xist ezelyek li ruyê min xist û tiliya xwe xiste nava çavên min. Ez wê rojê di rewşek gelek xirabdebûm û ez çum nexweşxanê.”


‘Bersucan îfadeyên şaş dan’


Işik diyar kir ku ew tenê dixwaze bersuc bên darezandin û sucê maf kiriye bê dayîna wan. Işik da zanîn kul i aliyê dinê jî hinek xebatkarên şaredariyê jî di derbarê mijarê de îfadeyên şaş dane û wiha axivî: “Dema ku şaredar ez tehdîd dikirim çend kes li xwarê hebûn. Wan di îfadeya xwe de bi gotinên weke ‘me tuştek wiha nebihîstiye’ nêzbûn. Ya herî ez xebgîn jî kirim ev bû. Di hefteya dewiyê de ez tenê bandora wê bûyerê li ser xwe di avêjim û xwe komî ser hev dikim.”


‘Piştevaniya jinan ez gelek şanez kirim’


Işik anî ziman ku piştî bûyerê ew bûye mexdurê îftirayan û wiha got: “Ji ber Hakan Tartan nekarî bi tu awayî min sucdar bike vê carê jî dest bi îftirayan kir.” Işik da zanîn ku dema ku rojnamevanan fikirê Hakan Tartan pirsîn wî bi gotinên weke “Işik Gungordu li vê derê bi pereyan kar taqîb dikir” bersiv da pirsên rojnamevanan û wiha domand: “Heger ez li vêderê tenê ji ber peran dixebitim, wêdemê bila ez ji peyîwira min girtibana. Her wiha hemû dîmenên çapemeniyê yê wê demê jî reşkir. Tenê dîmenên parêzerê min yê wê demê mabûn.” Işik anî ziman ku wê bi alîkariya rêxistina jinên Îzmîrê karî hinakî xwe li ser lingan bigire û ji wan hêzek mezin girtiye û wiha berdewam kir: “Herî zêde alîkariya jinan ez şanaz kirim. Ez ewqas şanazbûm ku nikarim niha ji ew re bînim ziman.  Çalakiyek bi 10 kesan çêbû, lê ev ji bom in weke hezar kesî bû. Tenê 3 kes jî bên wê cesaretê nîşan bidin, ji bom in bedelê dunyayêye.”


(zt)