Atolyeya Jinan ya Hêvî: Keda jinan nayê dîtin!

10:50

Mizgin Tabu-Derya Ceylan/ JINHA


ÊLIH – Koordînatora Atolyeya Hêvi ya Jinan ya Êlihê Gurbet Nas diyar kir ku Êlih yek ji cihên herî zêde karker ji derveyî fermiyetê tên xebitandin e û got: “Bi çavê pergala mêrane ya serdest li keda civakê tê nêrîn. Ji ber vê jî jin yên ku di civakê de xwediyê keda bingehînin, lê keda wan nayê dîtin. Ji bo ku hişmediya deshilatiya mêran bê guherîn pêdivî pêheye di despêkê de keda jinan bê dîtin û ji bo wan herêmên îstihdama kar bên vekirin.”


Li tevahiya cîhanê, Tirkiyê her wiha di herêmê de jî herçendî ku keda jinan neyê hesibandin û dîtin jî cardin jin hewil didin ku li keda xwe xwedîderdikevin. Ji aliyê Şaredariya Êlihê ve 3 sal berê Atolyeya Hêvi ya Jinan ya Êlihê hatiye avakirin. Din ava Atolyeyên Hêvî de karên weke Kuafor, tekstîl, çêkirina xalîçe, berikan û hunerên dest tên kirin, bi vê yekê jin ji bo bibin xwedî pîşe, li keda xwe xwedî derdikevin.  Koordînatora Atolyeya Hêvi ya Jinan ya Êlihê Gurbet Nas da zanîn ku jinên Êlihê ji bo girtina pîşeyekê û bi desxwe ve gihandina karekê dixebitin û wiha got: “Em weke xebatkarên Atolyeyê, em cihekî  jin tevlî xebatan nebin û ji bo jinan îstihdama kar neyê vekirin naxwazin.”


‘Me 300 jin mewzun kirin’


Gurbet destnîşan kir ku wan Atolye li taxên herî feqîr avakirine, armanca wan jî jin tevlî karê aboriyê kirine. Gurbet anî ziman k udi nava 3 salan de wan 300 jin mewzun kirine û wiha domand: “Em di xwezin li gel qursên pîşeyî hinekî di alyîê kar de jin kirina xwediyê hişmendiya karkirinê jî. Ji ber vê jî em hewil didin ku jinan di aliyê aboriyê de bihêz bikin.


‘Jin xaliyan çêdikin’


Gurbet bilêv kir ku qursên çêkirina xalîçe û berikan di aliyê jinan de baş derbasbûn û wiha berdewam kir: “Çêkirina berikan kareke din ava kevneşopiyên me yên civakî de cîh digire û ji çandek me ya pir kevin tê. Çêkirina berikan tê wateya jiyan û jiyankirinê. Çêkirina berikan ya jinan weke di jiyanê de xweşikbûna jiyanê ye. Dema ku jin xalîçe yan jî berikan çêdikin di heman demê de xwe di hindirê wan de dibînin. Jin jiyana xwe jî bi çêkirina wan xalîçeyan re dihonin. Armanca me ewe ku em kevneşopiyek ya ji demê berê mayî bidin jiyan kirin û têxin nava jiyanê.” Gurbet diyar kir kul i gel vê jî çêkirina xalîçeyan em hewil didin ku herêmên îstihdama kar ji bo jinan vekin. Gurbet da zanîn ku ji bo eleqeya jinan di aliyê çandê de zêde bibe wan pêdivî bi dayîna qursên weke berik dîtine.


‘Armanca me jin tevlî jiyana civakî kirine’


Gurbet destnîşan kir ku armanca Atolyeya Jinan ya Hêvi ya Êlihê ya herî bingehîn jin tevlî jiyana kar kirinêye, ji ber her tim herêmên kar weke karê mêran tên dîtin û herî zêde mêr têde cîh digirin û wiha axivî: “Ji ber di herêmên kar de herî zêde mêr hene jin ji vê yekê zoriyan dikêşin. Em weke xebatkarên Atolyeyê, cihekî  jin tevlî xebatan nebin û ji bo jinan îstihdama kar neyê vekirin naxwazin. Ji ber vê jî mel ez dan xebatên xwe.”  Gurbet derbirî ku  ji bo hişmediya deshilatiya mêran bê guherîn pêdivî pêheye di despêkê de keda jinan bê dîtin û ji bo wan herêmên îstihdama kar bên vekirin û wiha got: “Armanca me ya bingehîn hilberîna zêde, pir kar kirin, pir jin tevlî jiyana kar kirin û jin tevlî jiyana civakîkirinêye.”


‘Di jiyana kar de jin weke yêndinê hatine dîtin’


Gurbet diyar kir kul i hemberî pergala deshilatiya mêr ya  kesanî û xwe tenê difikirin, ew hewil didin ku bi destê jinan hişmendiyek ya civaki ya hevpar avabikin û mînaka vê ya herî berbi çav jî pergala kooperatîfane û wiha domand: “Yên ku çavê xwe didin keda me, yên k udi xwazin me bê vîn bikin, yên ku me weke çavkaniya şêniyê dibînin û weke metayek ya cinsî dizanin, tenê armanca wan tune hesibandina jinane.” Gurbet da zanîn kul i Tirkiyê ji sedî  71 jin bê karin, ji ber vê jî Atolyeyên wan ji jinên temenê wan di navbera 25, 29 û 31’ê de cîh digirin. Gurbet balkişand li ser sêdebûna atolyeyan û wiha axivî: “Tirsa jinan ya ji jiyana kar heye. Ji ber lig ora fikira civakî tevlîbûna jinan ya jiyana kar tisnake ji ber wê demê dê weke wan nefikire. Ji bo derbasbûna vê fikira civakî li hemû taxan avakirina atolyeyên jinan şerte.”


(zt)