DOKH: Suîkast li hemberî jin û têkoşîna azadiyê hate kirin
20:36
JINHA
AMED – DOKH'ê têkdarî qetilkirina siyasermedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li Parîsê daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê jinên kurd heta suîkast bê zelalkirin li her derê çalakiyan li dar bixin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), têkildarî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li Parîs daxuyaniyekî nivîskî da û bang li jinên kurd hat kirin ku heta suîkast tê zelalkirin li her derê çalakiyan li dar bixin.
DOKH'ê têkdarî qetilkirina siyasermedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li Parîsê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dîroka cîhanê şahidiya komkujiya kurdan dike û wiha hat gotin: "Rêheval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em jinên kurd dizanin ku ev komkujî bi kîjan armancê û ji aliyê kê ve hate kirin. Kê gotibe 'Dê hevdîtin jî berdewam bikin û operasyonê jî dê berdewam bikin' wan ev suîkast pêk anî. Ev komplo bêyî vîna AKP, Ewropa û hikûmeta Fransayê pêk nehatiye. Kesên dijî vê yekê divê demildest zelal bikin û hesabê bidin gelê kurd."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurde dewlet û hêzên navneteweyî çareseriyekî çawa li dijî gelê kurd înyad dikin xuya dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku suîkasta li hemberî Cansiz, Dogan û Soylemez li hemberî gelê kurd, aştiyê, jin û têkoşîna azadiyê hate kirin û wiha hate gotin: "Em tevgera jinên kurd dê ji şahdeta Rêheval Sakîne ya me ji berxwedanê wê xwe xwedî kir ji xwe re bikin rêbertiya azadiyê û bîranînên Rêheval Fîdan Dogan û Leyla Sonmez bidin jiyîn soz didin. Em êşekî bê wate dijîn. Lê ev êş me nakuje dê me bi vîn bike û ber bi azadiyê ve bibe. Li ser vê esasê em bang li hemû jinên kurd û gelê kurd dikin ku êdî tehemula me nemaye. Li her derê heta suîkast tê zelalkirin divê çalakî bên lidarxistin. Serê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, jinên kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd û hemû gelê kurd sax be."
(la)

