Li gel dem û dewranan jî hîna Faqiyê Teyîran bûye roniyek dîrokê

13:00

Bêrîvan Sumer-Seren Sezen/JINHA


WAN  - Helbestvanê kurd û Alimê Îslamî Feqiyê Teyran di dîroka wêjeya kurdî de xwediyê cihek gelek giringe. Tirba Feqî li gundê Werezusêye û her sal demsalên bûhar û hevînan jig elek cihan welatî diçin ziyareta tirba Feqî. Rehîme Urtek ya 80 sali ya li heman gundî jiyan dike û jiyana Feqî ji dîdaran re vedibêje diyar kir ku ew çiqasî jiyan Feqî bêje lê cardin jî kêm dimîn û got: “Ez çiqasî qala Feqî bikim jî kêm dimîne. Ew yek ji kesayetên kurd yê herî giringe. Her dîdarên ku têne li vêderê ez bêyî ku acizbibim bi dirêjî ji wan re qala Feqî dikim. Divê ciwanên kurd kesayetek mîna Feqiyê Teyîran nasbikin.”


“Dostê teyîran” Feqiyê Teyîran di dîrok wêjeya kurdî û pêşerojê de şopekî giring hêlaye. Piştî mirina wî 500 sal derbasbû hîna qala wî tê kirin û giringiya wî di wêjeyê de pire. Tirba Feqî li gundê Werezus yê girêdayî navçeya Bahçesarayê ya Wanêye. Bi hatina buharê re welatî jig elek cihan diherikin li ser tirba dostê teyîran Feqî. Feqiyê Teyîran di navbera salên 1563- 1641’an de jiyan kiriye. Helbestvanê kurd û Alîmê Îslamî Feqiyê Teyîran di dîroka wêjeya kurdî de xwediyê cihekî giringe. Ji dîrokeke kevnare heta roja îro bi berhemên xwe yên navdar bûye ronahiyek di wêjeya kurdî de. Piranî dîroka kurdan bi çîrok, efsane û sitiran bi devkî hatine gotin û berdewam kirin. Bi saya berhemên Feqiyê Teyîran wan helbest û sitiranên kurdî karîne di dîrokê de xwe bidin jiyandin û xwe bigihînin roja me. Bi hatina buharê re li ser Tirba Feqiyê Teyîran bi xemla xwezayê, dengê teyîr û tiyarên çolê weke goşeyek ji bexê ceneta ser dinêye. Rahîme Urtek ya 80 sali ya kul i heman gundî jiyan dike da zanîn ku her roj bi dehan welatî  tên li nava vê xemla xwezayê de ser Tirba Feqî û wiha got: “Ez çiqasî qala Feqî bikim jî kêm dimîne. Ew yek ji kesayetên kurd yê herî giringe. Her dîdarên ku têne li vêderê ez bêyî ku hacizbibim bi dirêjî ji wan re qala Feqî dikim. Divê ciwanên me kesayetek mîna Feqiyê Teyîran nasbikin.”


‘ Feqiyê Teyîran:Vebêjê Xwezayêbû’


Rehîme destnîşan kir ku Feqiyê Teyîran di dîroka îslamê de jî xwediyê rolekî giringe, ji xwe wî bi xwe jî di efsane û çîrokên xwe de gelek caran cîh daye bûyerên îslamî û wiha domand: “Feqiyê Teyîran dikarî bi teyîran re bi peyîve. Di derbarê wî de gelek gotinên kalikên me mane û bûne malê dîrokê. Emê jî vê dîtokê dewrî ciwanan bikin û divê wenda nebe. De derbarê w de axaftina herî giring jî axaftina wi ya bi teyîran rene.” Rehîme derbirî ku Ferqî weke vebêjê xwezayî jî dihat nasîn û wiha axivî: “Ewî bi zimanê teyîran, gazî teyîran dikir. Ewî xwe bi teyîran re kiribû yek. Dibêjin ku Kure-î Arzda bûye wexfa zimanê teyîran, tenê H.Z Silêman û Feqiyê Teyîran zimanê teyîran zaniye.”


‘Min neviyên xwe bi çîrokên Feqiyê Teyîran mezin kir’


Rehîme anî ziman ku wê neviyên xwe bi çîrokên Feqiyê Teyîran mezin kiriye û wiha berdewam kir: “Ew xwediyê kesayetek wiha giringe ku mirov di derbarê wî de çî bizane ji bo mirovan kare. Dibistana herî mezin bi ehlaqê mezinbûne. Ji bê zêdetir tuştek heye? Heger ez kesayetek ya bi xwezayê re bûyî yek û diriya xweşikbûna xwezayê de têdikoşa venebêjim, ezê kê vebêjim? Heta ku temenê min hebe ezê çîrokên wî ji bo hemû kesên tên vêderê ziyaret dikin vebêjim. Ew ji bîr kirin û dana ji bîr kirin ji bo gelê kurd şermeke mezin.”


‘Her gavek ya wî ji bom e waneyeke’


Rehîme diyar kir ku piştî derbasebûna dem û dewranan hîna jî behrem û çîrokên Feqî weke wane di dibistana de tên dayîn. Rehîme balkişand li ser bûyerekê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di çîrokek ya xwe de Feqî gelek giringî dide xuda û bendeyan. Demekê Feqî çuye Cizîra Botan û li wê alimtî kiriye. Di wê demê de Feqî çuye gundek yê Cizîrê, li wê sêvek dîtiye, sêv parçe kiriye û qetek ji sêvê xwariye. Paşê jî ji ber ji xwediyê sêvê destur negirtiye û sêv xwariye poşman bûye. Geriya heta xwediyê bexê sêvan dît. Ji xwediyê baxê sêvan re got ‘li min helel bike min qetek ji sêva te xwar, min nedizanî.’ Xwediyê baxê sêvan jî dibêje ‘ Ez yekî bê ziman, ker û lal nas dikim, heger tu bi wê re bizewicê ezê wê demê te efo bikim.’ Paşê bi wê ya ker  û lala re zewicî ji bo ku xwediyê sêvan heqê xwe lê helal bike. Feqiyê Teyîran mirovek ev qasî nirx dida famê mirivan.”


‘Piştî derbasbûna evqas sal jî hîna Feqiyê Teyîran ji bom e weke ronahiyekêye’


Rehîme da zanîn ku Feqî di helbestvaniya xwe de gelek qala alîmên îslamê dike. Rehîme destnîşan kir kul i hemberî alîmên kurd yên bêhna dîrokê ji wan tê pir eleqeyek nîne û li çanda xwe xwedîderketinek nîne. Rahîme anî ziman ku gundê wan hîna ji şopên Feqiyê Teyîran dagirtiye û wiha got: “Di dema feqî de gelek xayîn hebûn. Feqî bi girêdana xwe ya bi xuda û îbadetê xwe re ev hemû tune kirin. Berhemê wî niha rê nîşanî me dide.”


‘Emê çîrkên Feqiyê Teyîran ji nifş derbazî nifşan bikin’


Rehîme got: “Feqiyê Teyîran gelek tuşt dît û jiyan kir. Di dema mirina wî de jî ew hate gund û li gund bi gotinên weke ‘Bi destura xuda, dê gundiyên min min rakin, li erdê nehêlin’ û xwest du tabut bên amadekirin. Di dema mirina wî de herdu tabût amadebûn û ew xist hindirê wan. Gundiyan xebara mirina wî bihîstin û hemû çun wî veşartin. Dema çune li ser cenazeyê wî herdu tabut jî li gel xwe birine, cenazeyê wî xistine yekê û ya dinê jî li wê hiştine. Hîna tabûta dinê li wêye.” Rehîme di dawiyê de diyar kir ku ji bere w çîroka kesayetek wiha giring li ser vê axê vedibêje ew gelek şanaze.


(zt)