Kampanyeya ‘Ji Jinên Girtî re Azadî’ hat despê kirin
14:06
JINHA
EDENE – Platforma Jinan ya Edeneyê bi boneya cezadayîna 8 jinên girtiyên siyasiyên li Girtîgiha Jinan ya Karataşê ya Edeneyê dest bi kampanyeya îzayan ya “Ji Jinên Girtî re Azadî” kirin. Platforma jinan xwestin cezayê ji bo jinan hatiye dayîn hema bê rakirin.
Platforma Jinan ya Edeneyê bi boneya cezadayîna 8 jinên girtiyên siyasiyên li Girtîgiha Jinan ya Karataşê ya Edeneyê dest bi kampanyeya îzayan ya “Ji Jinên Girtî re Azadî” kirin. Endamên Platformê girêdayî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşandin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Girtiyên Jinên Siyasiyên li Qowişa B 3 ya Girtîgiha Sergirtiya Karataşê ya Edeneyê dimînin, di 6’ê Îlona sala 2013’an de îdareya girtîgihê li ser hewişa wan cihê ku diçin lê bêhna xwe hildidin li ser dîwarê wê bi têlên honayî girtin. Dema ku jinên girtî yên li heman qowişê dijîn bertek nîşanî bûyerê dan ji aliyê gardiyanan ve hatin darbkirin, rastî cezayê ragihandin û hucireyê hatin. Îdareya girtîgihê bi hincetên weke ‘li hemberî mehmurên me li ber xwe dane’ û ‘mehmurên me yên peyîwirdar nikarîne peyîwira xwe bînin cîh’ li her 8 jinan doz vekirine.”
‘Emê hete dawiyê li gel jinên girtîbin’
Di daxuyaniyê de balhat kişandina li ser helwesta jinên girtiyên li Dadgiha Cezayê Giran ya Karataşê ku bi armanca balkişandina li ser rewşa girtiyên nexweş parastina xwe nekirine û wiha hat domandin: “Ji ber ji yekê zêdetir girtî bi haman helbestê bertek nîşan dane hatine ceza kirin. Bi rêjeyek di navbera 1/4 mehan de ceza dane jinên girtiyên bi navê Selma Bozkur, Kadriye Kulter, Senay Atli, Nurşen Tekîn, Denîz Abukan, Esmer Ece, Aycan Ozdogan û Husne Kiliç. Bi giştî 160 sal ceza dane her 8 jinan. Parêzeran biriyara wan şandiye temîzê, emê doza wan bişopînin. Bi vî awayî em li gel girtiyanin û emê helwesta xwe ya berdewamkirina piştevaniya wan berdewam bikin. Armanca me ji vê çalakiyê jî ji bo gihandina raya giştî û pê hesandina medyaya civakiye. Ji ber heta niha li Girtîgiha Karataşê gelek kirin bi serê jinên girtî hatine û di raya giştî de bi qasî tê xwestin nehatiye bihîstin. Yên ku bixwazin xwe bigihînin kampanyeya me ya îmzayan dikarin xwe bigihînin vê navnîşanê: http://www.change.org/tr/kampanyalar/adana-kadin-platformu-adana-karatas
(zt)

