Li Amedê semînera ‘Komxebata Jinan’
14:12
JINHA
AMED - ‘Komxebata Jinan’ ku ji aliyê Yekitiya Malbata ya Tirkiyeyê ve hat organîzekirin li Amedê pêk hat. Di semînerê de Koordînatora Bernameya Vakfa Tendûristî ya Yekitiya Malbatî Eylem Karakaya axivî û da zanîn ku der barê tendûristiya jinan de gelek binpêkirinên mafan pêk hatiye û wiha got: “Nêzî 10 sal in der barê tendûristiya jinan de polîtîkayek ku tê meşandin heye. Di çarçoveya van polîtîkayan de ji dêlva ku tendûristiya jinan bihata nokteyek baş, mixabin ev rewş zêdetir xira bûye.”
‘Komxebata Jinan’ ku ji aliyê Yekitiya Malbata ya Tirkiyeyê ve hat organîzekirin li Otela Dedeman a Amedê dest pê kir. Navendên jinan yên herêmî yên Mêrdîn, Êlih, Amed, rêxisitnên sivîl û midûrên Tendûristiyê yên Gelan di semînerê de amede bûn. Jinan ji bo der barê qada tendûristî ya jinan, tenduristiya zayendî ji bo weledînî de agahî bidin hatin gel hev. Pirsgirêkên ku tên jiyandin dan nîqaşkirin. Koordînatora Bernameya Vakfa Tendûristî ya Yekitiya Malbatî Eylem Karakaya da zanîn ku armanca semînerê ew e ku pirsgirêkên jinan ên li Amed, Mêrdîn û Êlihê ku jin dijîn bidin nîqaşkirin û wiha got: “Nêzî 10 sal in der barê tendûristiya jinan de polîtîkayek ku tê meşandin heye. Di çarçoveya van polîtîkayan de ji dêlva ku tendûristiya jinan bihata nokteyek baş, mixabin ev rewş zêdetir xira bûye.”
Der barê tendûristiya jinan de mafên ku tên binpêkirin
Eylem diyar kir ku der barê mafê tendûristiya jinan de gelek binpêkirinên mafan pêk tê û wiha dom kir: “Li herêmê mirina dayikan zêde bûye. Ev rewş ne tenê ji bo herêma me ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe. Lê em dixwazin destpêkê li vê herêmê dest bi van nîqaşan bikin û li gelenperiya Tirkiyeyê vê komxebatê pêk bînin, yekitiya xwe xûrkt bikin û xebatek baş bidin meşandin.”
Eylem anî ziman ku di komxebatê de nêzî 35 nûner hene û armanca wan wa bi nûneran re hatina gel hev vegot: “Me xwest em pirsgirêka tendûristî ya jinan nîqaş bikin û bi saziyên sivîl re em dikarin çawa van pirsgirêkan ji holê rabikin bi hevre parvekin û plansaziyek çêbikin. Ji ber wê jî me semînerek bi vî rengî pêk anî.”
Eylem aşkera kir ku wan der barê 17 bajaran de bernameyek tendûristiyê amede kirine û wiha pêda çû: “Hûn nikarin tendûristiya jinan û tûndiya li hemberî jinan ji hev cûda bigirin dest. Ev bernameya me ji bo ku jin bedena xwe baş nas bikin û mafên xew baş bizanibin me amede kir.”
Eylem herî dawî bi lêv kir ku wan di çarçoveya zayendiya civakî de vê bernameyê amede kirine û ji bo ji aliyê saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî ve bên qebûlkirin me amed kir. Komxebat dê bi nîqaşan berdewam bike
(aw)

