Jinan der barê Yucel de doz vekirin
14:39
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Jinan a Şopandina Wekheviyê der barê gotinên Şaredarê AKP’ê yê Çewlikê Yucel Barakgazî ku di hilbijartina 30’ê Adarê ya herêmî de hatibû hilbijartin doz vekirin. Her wiha jin xwestin Yuce ji Lişneya Dîsîplinî ya Navenda AKP’ê û ji AKP’ê jî bê îhraçkirin. Jinan bang li Wezarata Polîtîkayên Civakî û Malbatî û Wezîrê Navxweyî jî kirin ku der barê gotinên Yucel yên zayendîperest de kar û barên hewce demildest bên destpêkirin.”
Piştî hilbijartina 30’ê Adarê ya herêmî Yucel Barakgazî AKP’î li Çewlikê bû Şaredar. Yucel di civîna yekem de got “Ez nafikirim ku ji bo alîkariya şaredariyê û wekiliya serokatiya şaredariyê re pêwir bidim jina. Di olî de jî ev yek ne raste. Li ser van gotina Endama Meclisa Şaredariyê ya AKP’î Nurten Ertugrul ku ji rêza yekem hat hilbijartin ji pêwira xwe îstifa kir. Koma Jinan a Şopandina Wekheviyê der barê gotinên Şaredarê AKP’ê yê Çewlikê Yucel Barakgazî de doz vekir. Her wiha jin xwestin Yuce ji Lişneya Dîsîplinî ya Navenda AKP’ê û ji AKP’ê jî bê îhraçkirin. Jinan bang li Wezarata Polîtîkayên Civakî û Malbatî û Wezîrê Navxweyî jî kirin ku der barê gotinên Yuce yên zayendîperest de kar û barên hewcehî yên fermî bên destpêkirin
(aw)

