Cem TV bernameya Gonca Elmas qedand
15:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Bernameya “Gonca Elmas ya 7 Renk” ya k udi Cem TV de dihat weşanein ji ber di bernemeya xwe de qala Ehmed Kaya û sitiranên kurdî kiriye ji weşanê hatiye rakirin.
Gonca Elmas ya ku rojên yekşemê di Cem TV de bername pêşkêş dikir. Di bernameya wê ya 13’ê nîsanê ya ku beşdarvanên wê jî Muzîkjen Mehmed Apak û Ekrem Apak bûn. Di bernameyê de ji ber gotinên weke “Ez di bernameya xwe de tirkî tercîh dikim, bi erebî nabêjim. Yên bixwazin bila temaşeyî qenalên erebî bikin” hema piştî van gotonan bernameya wê hat girtin.
Bi hinceta k udi medyayê de dema kontranta wê qediyaye ji ber wê girtine di nûçeyan de cîh girt. Lê daxuyaniya ku Cem Tv dayî Bîanetê wihaye “Dema ku Cem TV û Cem Radyo vebûyî heta niha cîh daye kurdî. Gotinên ku Elmas di bernameya xwe de kirî li gel polîtîkaya me ya weşanê nagunce. Ji ber vê jî Elmas hat şiyar kirin, lê di sekna xwe de îsrar kir ji ber wê jî me bernameya wê ji weşanê rakir.”
‘Kî dibe bila bibe em bi can dijminin(!)’
Di bernameya 13’ê nîsanê de Mehmed Arpak parçeyek ya piştî helwestên lînc kirina Ehmed Kaya nivîsandî got û paşê jî nirxandina li ser muzîka kurdî hat kirin. Gonca got: “Yên ku 40 hezar welatiyên me qetilkirin, kî dibe bila bibe em bi can dijminin.” Paşê jî Mehmed Arpak jî balkişand li ser helwest û tayîbetiyên Ehmed Kaya. Gonca jî got: “Ez di bernameya xwe de tirkî tercîh dikim, bi erebî nabêjim. Yên bixwazin bila temaşeyî qenalên erebî bikin.” Li pişît van gotinan her du birayên Apak bername terikandin.
(zt)

