Xwendekarên ÇU yê alîkarî dan Dîcleyê
16:27
JINHA
EDENE – Xwendekarên kul i Zanîngiha Çukurovayê dixwînin êrîşên li ser Xwendekarên Zanîngih Dîcleyê bi meşekê pêrotestokirin.
Bi pêşengiya aktîvîstên Meclisa Xwendekarên Demokratîk yên Çukurovayê (DEM-YOM) bi boneya şermezarkirina êrîşên li ser Xwendekarên Zanîngiha Dîcleyê di kamposa zanîngiha xwe de meşek lidarxistin. Di dema meşê de di navbera xwendekar û polîsan de rageşiyek hat jiyankirin. Bi gotinên weke ‘Aliyê dinê dibe ku êrîşî li ser web ikin. Ji ber wê jî emê desturê nedin we. Navend gelek aloze.’ Xwendekaran gotin: “Çî dibe bila bibe emê cardin meşa xwe bikin. Emê qet ji meşa xwe venegerin.” Xwendekaran dest bi meşa xwe kirin. Di dema meşê de xwendekaran panqartên weke “Li ber xwe bide Dîcle Çukurova li piş teye” û “Ciwanên bi rêxistinkirî hilnaweşin” û dovîzên weke “Li hemberî êrîşan her der berxwedane”, “Kurdistan ji bo faşîstan gotistan” û “Ji faşîzmê re derbasbûn nîne” hilgirtin. Xwendekaran di meşê de durişmên weke “Raperîna Çukurovayê ji bo Dîcle selame”, “Ciwan li vêderê ne hîzbûl şeytan li kuye”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Bedlîsê” hatin berz kirin. Dem dem polîsan şiyariyên weke ‘duruşman ne avêjin’ di demeke kin de girse mezin bû û meşa xwe berdewam kirin. Meşê heta ber navenda xwaringihê berdewam kir û di dawiyê de xwendekaran daxuyaniyek dan.
‘Hîkument hewil dide ciwanên rêxistinkirî tasifiye bikin’
Sevda Sevînç daxuyanî xwend û diyar kir ku weke her demê cardin hîkumet li ser ciwanên rêxistinkirî de tê û got: “Di van demên dawî de bi tayîbetî li ser ciwanên zanîngihan de tên.”
Biç epik û duruşman xwendekar cardin li hermêa R 1 vegeriyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.
(zt)

