‘Em xwedî li doza Sakîne, Fîdan û Leylayê derdikevin’

21:08

 


JINHA


 AMED – Yekîtiya Jinên Sosyalîst, têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin daxuyanî dan û wiha hat gotin: “Em ji gelê kurd re dibêjin êşa we êşa me ye. Şerê we şerê me ye. Em bangî her kesî dikin bila xwedî li wan derkevin.” 


Yekîtiya Jinên Sosyalîst, qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar şermezar kir û xwest her kes derkevin kolanan û li wan xwedî derkevin. Yekîtiyê diyar kir ku êşa wan mezin e dê li wan xwedî derkevin. 


Yekîtiya Jinên Sosyalîst, têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin daxuyanî dan û qetilkirina 3 jinan şermezar kirin. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku 3 jinên kurd xwe ji bo doza gelê kurd û azadiya jinê feda kiribûn wiha got: "Sakine Cansiz, Sazumankara PKK'ê û tenê yek ji sazûmankarê PKK'ê ya jin bû. Şoreşgerek li dijî îşkenceyê ji bo azadiyê têdikoşiya. Fidan Dogan, nûnera KNK'ê ya Parîsê bû. Leyla Söylemez jî jinek ciwan û mîlîtan bû. Balkêş e li cihekî ku wisa zêde ewlehiya wê tê stendin çawa hatine kuştin. Em vê êrîşê wekî êrîşa li hemberî Têkoşîna Azadiya Jinê dibînin û şermezar dikin. Em bang li hemû kesî dikin ku li hemberî vê kuştinê dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Em ji gelê kurd re dibêjin êşa we êşa me ye. Şerê we şerê me ye. Em rezê ji bîranîna Sakine, Fidan û Leyla re digirin û li doza wan xwedî derdikevin.” 


(la)