'Jin li her derê di nava piştevaniyêde nin'
08:42
Pelin İKTUEREN / JINHA
İZMİR – Jinana bi serkeftinên xwe damga li hilbijartinên herêmiyên 30’ê Adarê dane, bi van serkeftinên xwe ji gelek cihan piştevanî û ji hinek cihan jî rastî bê usuluyan hatine. Li Îzmîrê berendama kiyatiyê ya taxa Basinsîtesiyê Azîze Çelîk Baş di dema xebatên hilbijartinan de hem piştevaniya jinan û hem jî bê usuluya li hemberî berendaman vegot. Azîze di derbarê piştevaniya jinan de wiha got: “Bi rastî jî em dikarin hevdu li her derê bibînin û piştevaniyê bidin hev. Bi rastî jî min her dem baweriya xwe bi vê anî. Dema ku ez li peyî xwe difikirîm, her dem ez difikirîm ku dê jin hebin.”
Di hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê de jin li her derêbûn. Din ava taxan, navend û navçeyan de di nava hilbijartinên ku mêran îşkal kirine de jinan hebûna xwe dan nîşandan. Din ava van jinan de bê goman jinên femînîs jî hene. Azîze Çelîk Baş yek ji berendama kiyatiyê ya taxa Basinsitesiyêbû. Hilberînkara polîtîkaya femînîstan Azîze di dema kiyatiyê de ji taxa xwediyê şêniyek 13 hezar û 800’î ye di taxê de 3 hezar û 700 deng girt. Di hilbijartinan de bi serneket lê weke jinek femînîst ceribandinên baş girt. Di pêvajoya xebatên hilbijartinan de Azîze hem piştevanî girtiye û hem jî rastî bêusuluyan jî hatiye.
We çawan biryara kiyabûnê da?
Azîze diyar kir ku diya wê din ava taxê de jinek kasiyarbûye û ev 5 sale wê dayîka xwe wenda kiriye. Azîze da zanîn ku dayîka wê emekdarbûyîbû û wiha got: “Ez hinekî ji kiyayê heyî hêrs bûm. Min got ezê bibim berendam ji xwe her kes min nasdike.” Azîze da zanîn ku wê wiha henek kiriye û biser de dem derbasbû êdî ew henekên wê bûn rastî.
Pêvajiya berendambûnê çawa derbasbû?
Azîze destnîşan kir ku ew gelek bi nezanîn tevgeriyane û ne li benda vêqasê jî bûn. Azîze derbirî ku xeyalê wan avakirina komek ya ezayê jin bû lê bi serneketin. Azîze diyar kir ku Hevalek yê wê bi navê Mehmud digot: “heger kes nîne min ji bo ezabûnê binivîsin” Nadîre jî digot: “Jinek weke min garîban û jina malan dinivîsin, zarokên min hene, tu qenciya min ji bot e nabe.” Lê di dawiyê de Nadîre qet ew bi tenê nehêlaye.
Dema ku hun li malan geriyane hun herî zêde rastî tiştên çawa hatine?
Azîze anî ziman ku wê bi wekhavî li hemû partiyan dinêrî û wiha domand: “Yên ku digotin emê deng bidin filan partiyê li hun ne ji wê partiyêne wêdemê em deng nadin we. Hinek yên bi gotinên weke ‘hun gelek westiyane werin em biçin malê qehweyekê vexwin’ jî hebûn.”
Di roja hilbijartinan de we çî jiyan kir?
Azîze diya kir ku kiya yê berê ji bo wê gotiye divê tu roja hilbijartinê 100 pusuleyan bi awayê paket bînê. Azîze da zanîn ku ew jî şeva aberiya hilbijartinê runiştiye 100 paket çêkiriye. Azîze destnîşan kir ku rojadinê di dema hilbijartinan de berendama dinê 10 pusule xistiyê, lê wên me sed bûn, ev jî textîkek ya hilbijartinêbû, lê em paşê pêhesiyan. Azîze derbirî ku kî pusuleyên wan kêmbû herî zêde deng wan girin, dema ku wan ev rewş dîtiye hînbune çawan bê tecrube tevgeriyane.
Gelo ew ji ber jinbûna xwe pirsgirêk jiyan kirin?
Azîze anî ziman ku ew rastî nêrînên wiha hatiye tu karek çawa dikê ne giringe, tu jinê weke metayekê l ite tê nêrîn û wiha got: “Tu karê min nîne, ji canê xwe aciz bûme, vê carê jî kiyatiyê bikim.” Azîze diyar kir ku yên bi gotinên weke hevserê te li kuye, dê kî li zarokên te binêrin. Azîze da zanîn ku dema ew berbi qahwexaneya taxvê ve jî çone ji aliyê xwediyê wê ve rastî gotinên weke “Herin, herin niha karê min heye” hatine, ji ber jinek diçe qehwexanê û wan jî ev nedixwestin.
Di vê pêvajoya hilbijartinê de piştevaniya jinan li ku dimîne?
Azîze diyar kir ku hevalên wê ji Îzmîrê hatine bi hev re bi dehol û zurneyan li nava taxê geriyane, hinek hevalên wê yên li Stenbol û nasên wê li wan deran hene bi riya telefonê deng xwestine. Azîze da zanîn ku Cara yekê ya hinek ceribandin da wê jî hevala wê ya trans û di heman deme de jin berê li Stenbolê di hilbijartinên derbastûyî de ketî hilbijartinan û hinek jî tecrubeyê wê heyî bûye. Azîze destnîşan kir ku wê baweriya xwe bi wan gotinên hevala xwe aniye, her dem wê hêvî kiriye dê weke jin hev bibînin û li her derê piştevaniya hev bikin. Azîze derbirî ku dema ew li peyî xwe fikiriye her dem ew fikiriye ku jin li peyî wê hene. Azîze bilêv kir ku ji xwe pêdiviya wê bi tu hezêndinê nîne jî.
Heger tu di hilbijartinan de yekem derketibana?
Azîze diyar kir ku heger ew bi serketibana dikarî gelek tuştan bike. Azîze da zanîn ku gelek tuştên wan û jinan bi hev re kiribana hebûn. Azîze destnîşan kir ku ji xwe ew jinin di taxê de jiyan dikin, yên li nexweş, zarokan dinêrin û her derê ve dibezin cardin ewin. Azîze derbirî ku wan dikarî qomusyonek dilxwaz avabikin, bi hev re dê li nava taxê yên temenê wan mezin ziyaret kiribana û bi hev re civîn kiribana. Azîze anî ziman ku heger heger wan rêgezên femînîstan daxistana jiyanê ew dê bi serketana û wiha domand: “Emê ji nêrînên li ser me yên weke jinên ne xwşik, yên mêr nedîtine û di mal de manej i wan femînîst avabûne xilasbûbana.” Azîze diyar kir ku wan dê nîşandabana di rastiyê de ev deruniyek ya jinane. Azîze da zanîn ku wan dê ji polîtîkaya deshilatiya mêran ya serdest, cuda şeklekdinê yê polîtîkayê pêşxistibana. Azîze destnîşan kir ku dê ji bo wan herêmek vebûyan û dê hatibana dîtin ka femînîst polîtîkayek çawan birêve dibin…
(zt)

