Jina ciwan ya ji aliyê cerdevanan ve hatî revandin bang li rêxisrinên jinan kir!
11:50
JINHA
AMED- Li navçeya Bismîlê ya Amedê 5 cerdevanan bi ser malekê de girtin û xwestin jina ciwan N.G ya 24 salî birevînin, derket holê ku berê jî wan xwestine wê jina ciwan birevînin. N. G ya 24 salî di 9’ê cotmeha sala 2013’an de ji aliyê heman cerdevanan ve hatibû revandin û 6 rojên di destê wan de bi girî wiha anî ziman: “Ez alîkariya ji saziyên jinan û hiqûqnasan dixwazim. Ez dixwazim êdî rehet razim, her dem her di tirsa tiştek bibe de di razim.”
Li taxa Şemtepe ya nevçeya Bismîlê ya Amedê dema ku 5 cerdevanan xwestin jina ciwan N. G ya 24 salî birevînin ji aliyê bavê wê Faîk Gulsever ver rastî astengiyan hatin. Dema ku cerdevan ketin hindirê odeya N. G û xwestin wê birevînin, wê li ber xwe da û bavê wê bir rewşê hesiya. Dema ku bavê wê Faîk pê hesiya cerdevan dixwazin keça wî birevînin demanceya xwe derxist û li ser wan de gule reşand. Di wê navberê de di navbera Faîk û cerdevanan de şer derket û guleyek bi zigê faîk ket, Faîk birîndar bû. Cerdevanên bi navê Nasir Kaplan û Şener Kaplan jî birîndarbûn. Bi derketina şer re cerdevanan jina ciwan hêlan û reviyan. Piştî bûyerê bavê keça ciwan Faîk rakirin Neweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê, herdu cerdevanên birîndar jî rakirin Fakultey Tibê ya Zanîngiha Dîcleyê.
Jina ciwan berî niha jî hatiye revandin û 6 roja desteserkirî maye!
N. G di 9’ê cotmeha sala 2013’an de ji aliyê cerdevanan ve bi zora çekê hatibû revandin û 6 rojan desteserkirî mabû. N. G wan 6 rojên xwe bi rijandina rondikên çavan vedigot. N. G da zanîn ku ji cejna qurbanê re mayî dema ku diçu qursa ehiliyetê ji aliyê cerdevanan ve hat revandin û 6 rojan di destê wan de ma û wiha got: “Dema ku ez diçum qursê zarokek ciwan derket pêşiya min û got xwişkê ‘ez wenda bûme gelo taxa Akpnarê li kuye?’ Dema kuz anî taxa ew lê digere ne evere vê carê jî pisa mizgeftê kir. Ji bo ku alîkariya zarok bikim heta mizgeftê pêre çum. Li peyî mede wesayîtek hat û zarok ez avêtim hindirê wesayîtêde. Di wê navberê de 5 kesên k udi hindirê wesayîtêdebûn ez kişandim nava wesayîtê. Di wê navberê de ez ketim erdê, hema ez ji erdê rabûm û reviyam. Dema ku ez reviyam 4 kes ji nava wesayîtê hatin xwarê li peyî min bezîn û dip aş de porê min girtin û bi zorê ez xistim hindirê wesayîtê.”
‘Çek xistin hindirê serê min de’
N. G anî ziman ku dema cerdevanan ew revandine çek xistine di serê wê de û wiha domand: “Yekê çek xist di serê min de, di wê navberê de ez pê hesiyam ku ji pozê min xwîn tê xwarê. Ji ber ez nexweşa astimême min ji çanteyê xwe dermanê xwe derxist û xebitand. Dema ku em di nava wesayîtêdebûn telefonek ji wan re hat gotin: ‘Dema ku hun dur ketin em xebar bidin bavê wê? Min got dibe ku hinek têkiliya van bi bavê min re hebe hinekî rehedbûm. Paşê em li gundê Elîaçik ê yê Bismîlê ji wesayîtê derketin û çun malekê mêrek bit emen got: ‘We keçik anî? Ez paşê hînbûm ku ew mêr navê wî Mehmed Nasir Kaplanbû. Mehmed got: ‘Min tu ji bo xwe revandiyê’ mêrek di temenê bavê min debû. Min her dem ji bo xwe digot ev kaboseke û ezê ji vê kabusê şiyar bibim. Lê vê kabusê bi rojan berdewam kir.”
'Ez dixwazim êdî rehat rakevim'
N. G diyar kir ku ew ji aliyê cerdevanan ve hatiye revandin 6 rojan di destê wan de maye û paşê jî di dema dadgihê de neçar maye lig ora daxwaza wan îfade daye. N. G ji bo ku ew cerdevan bên darezandin ji saziyên jinan û hiquqvanan alîkariyê dixwaze û wiha berdewam kir: “Ez dixwazim êdî rehet razim, her dem her di tirsa tiştek bibe de di razim.”
‘Bi çeka dewletê keça min revandin!’
Bavê N. G Faîk da zanîn ku cerdevanên keça wî revandine kirîvên wanin û wiha got: “Bi çeka dewletê keça min revandine û 6 rojan îskence li keça min kirine.” Faîk destnîşan kir ku ew girêdayî mijarê serî lig elek cihan dane, bi Muammer Guler re jî hevdîtin kirine û wiha domand: “Muammer Guler kete navberê. Cerdevanan bi tena serê xwe vî karî nekirine. Ev kar bi fermana Muammer Guler miduryeta polîsan û qeyîmeqam hatiye kirin û keça min birine. Faîk derbirî ku qomtanê qereqolê jî ji vê mijarê xwedî agahîbûye û wiha berdewam kir: “Şeva ku keça min revandin ez li mala Tahsîn Aslan bûm. Ez bûm şahid ku qumtanê qereqolê li Tehsîn geriya. Bi gotinên weke ‘emê bên eremeyê, bila xebarê we hebe.’ Bi Tehsîn re axivî. Ez ji qumtanê qereqola Embarê giliyan dikim. Bil adi derbar wî de bi awayekî hiquqî karê pêwîst bê kirin.”
Dema bavê wê delîl xwest dozger bertek nîşan da!
Faîk diyar kir ku peyîwirdarek yê qereqola cendirmeyan ya Embarê bûye şahidê nîqaşa qumtanê qereqolê Ergîn Erkiş û cerdevan Mehmed Nasir Kaplan di dema çavexwarinê de qala revandina N. G kirine û wiha axivî: “Heger di mijarek wiha de qumtanê qereqolê û cerdevan li hev bikin ezê çî bikim? Faîk da zanîn ku divê saziyên dewletê diberbarê pirsgirêkên jinan de hinekî dinê bi baldarî tevbigerin. Faîk daxwaza rakirina pergala cerdevaniyê kir.
(zt)

