Emê li ser xeta Gurbetellî bi Binevş berew pêşbiçin
12:45
Zehra DOGAN/JINHA
AMED – Rojnameya jinan Binefş ya k udi 8’ê Adarê de derket weşanê din ava demeke kin de ji aliyê rexistinê jinan ve bi kelecan hat pêşwazîkirin. Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Gunay Aksoy diyar kir ku jinan vîn û tekoşîna xwe di Binefş de dîtin û got: “Mîrasa ku di tevahiya Tirkiyê de yekem jina berpirsa karê weşanan Gurbetellî Ersoz ji bom e gelek giringe. Em vê mîrasê di mijara weşanên jinan de weke belekek û hebûna arşîvekê dinirxînin. Dê tekoşîna me ya jinan bi hebûna mîrasa Şîlan Aras û Gurbetellî Ersoz Binevş berdewam bike.”
Rojnameya Jinan Binevş weke pêveka Rojnameya Ozgur Gundemê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşanê kir. Bi hejmar xwe ya yekê di aliyê rêxistinên jinan yên Tirkiyê de rastî eleqeyek mezin hat. Di asta bibe dengê tevgera jinên kurd û jinên cîhanê de bû xwediyê serkeftinek mezin. Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Gunay Aksoy da zanîn ku meha adarê di aliyê tekoşîna jinan de xwediyê wateyek cudaye û wiha got: “Rojnameya me ya ku li ser xeta Gurbetellî Ersoz dest bi weşanê kirî armanc dike k udi nava demeke kin de bibe dengê hemû jinan. Binevş encama tekoşîna jinane. Rojnameya me ya ku weke mîrasa hevalên me yên di tekoşîna çapemeniya azad de ji bom e hêlane de, b ime re kelecanek mezin çêkir. Roja despêkê dema ku hevalên me rojname xistin destê xwe bi lîlandinan heta êvarî pîrozbahiyan berdewam kir.
Binevş
Gunay wiha axivî: “Di dema derxistina rojnamê de her tiştê wê me bi hevalên xwe re nîqaş kirin. Di derbarê mijarên weke dê kî rojnamê binivîsînin. Dê rojname herî zêde li ser kîjan mijaran raweste. Di dawiyê de jî me biryer da navê rojnameya me Binevş be.”
‘Nûçeyên jinan bi Binevş zêdetir dixwiyê’
Gunay got: “Piştî derketina Binevş din ava demeke kin de ji aliyê rêxistinên jinan ve lêxwedîderketinek çêbû.” Gunay anî ziman k udi nava demeke kin de evqasî xwedîderketina li rojnemê bi xebatkarên rojnamê re kelecanek mezin da jiyan kirin û wiha berdewam kir: “Ji ber me bi îdiayek mezin rojname derxist. Mixabin li Tirkiyê weşanên bibin dengê jinan, ji nivîs û gotinên jinan bên weşandin nîne. Rojnameya Ozgur Gundem xwediyê xetek ya şopandina nûçeyên raste. Herêma jinan herêmek divê li ser bê serkinandin û mijarek gelek giringe. Di mijarên jinan yên ku em têde kêm bimînin de emê bi Binevş zêdetir bi berfirehî li ser rawestin.”
‘Emê di riya Gurbetellî de bimeşin’
Di dawiyê de Gunay wiha got: “Mîrasa ku di tevahiya Tirkiyê de yekem jina berpirsa karê weşanan Gurbetellî Ersoz ji bom e gelek giringe. Em vê mîrasê di mijara weşanên jinan de weke belekek û hebûna arşîvekê dinirxînin. Dê tekoşîna me ya jinan bi hebûna mîrasa Şîlan Aras û Gurbetellî Ersoz Binevş berdewam bike. Rojnameya me ya ku li ser xeta Gurbetellî Ersoz dest bi weşanê kirî armanc dike k udi nava demeke kin de bibe dengê hemû jinan.”
(zt)

