Bi armanca Xweserbûna ciwanan çalakî
13:37
JINHA
DÊRSİM – Navenda Civakî û Piştevaniyê ya Ciwanan ya girêdayî Şaredariya Dêrsimê (GENÇSEM) bi navê “Girêdayî nibin, serbixwebin! Serbixweyiya pedal” çalakiyek ya piskilêtan hat li darxistin.
(GENÇSEM) çalakiya ku bi duruşma “Girêdayî nibin, serbixwebin! Serbixweyiya pedal” Cîgirê Hevşaredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasun, şêwirmend û xebatkarên GENÇSEM’ê jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya biskilêtan li ber GENÇSEM’ê start dan li ser riya Pulurê despêkir û li 38 kayeyan bidawîbû. 25 biskilêt tevlî çalakiyê bûn. Çalakiyê nêzî du saetan berdewam kir.
Girêdayî çalakiyê Îbrahîm Kasun diyar kir ku armanca vê çalakiyê hem ji bo baldarbûna derdor û hem jî ji bo balkişandina di tendiristiya mirovan de giringiya werzîşê û dê ji niha û pêde jî van çalakiyên xwe berdewam bikin.
Di dawiya çalakiyê de ciwanan dan zanîn ku her çendî di çalakiyê de westane jî lê di heman demê de kêfek jî daye wan.
(zt)

