Mêrê ku hevsera xwe kêr kir serbest hat berdan

13:55

JINHA


STENBOL – Di hefteya derbasbûyî de ji ber Sena Şengul xwest ji hevserê xwe cuda bibe, ji aliyê hevserê xwe Osman Şengul ji 17 deverên laşê xwe  hat kêrkirin. Jina ku hat kêrkirin di nexweşxanê beşa acîlê de tekoşîna jiyan dide, hevserê wê yê ku ew aniyî wî halî jî dema ku derket dozgeriyê serbest hat berdan.


Piştî polîtîkaya AKP’ê ya jinan her roja ku diçe şidet û cînayetên jinan zêdedibin. Osman Şengul ê 28 salî ku dema hevsera wî xwestî wî berde 17 deverên laşê hevsera xwe kêr kirî û hevsera wî di beşa acîlê ya nexweşxanê de tekoşîna jiyan dide, ew bi xwe jî serbest hat berdan. Sena Şengul ya 22 salî diyar kir ku hevserê wê zarokên wê jî revandine û got: “Ew mêr çawa serbest hat berdan”


Sena Şengul ya 22 salî di temenê biçuk de Osmen Şengul revandiye, ji ber demdirêje ji destê hevserê xwe şidetê dibîne xwest wî berde û doza berdanê vekir. Dayîka 2 zarokan Sena Şengul berê jî gelek caran reviyaye çuye mala bavê xwe û carnan jî çuye malên sitargihan. Di şemiya derbasbûyî de di mala xwe ya kul i Bagcilarê ya de rastî êrîşa kêran hat. Dema ku Sena li nexweşxanê tekoşîna jiyan dede hevserê wê yê ku ew ji 17 deverên laşê wê birîndar kirî di îfadedana dozgeriyê de serbest hat berdan.


(zt)