Li hemberî kolana xendekan girtiyên siyasî dest bi gireva birçîbûnê kirin
15:15
JINHA
STENBOL – Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgihan bi armanca şermezarkirina kolana xendekên bi hevkariya KDP û AKP’ê tên kolan dê di navbera 21-22 yê Nîsanê de du rojan çalakiya gireva birçîbûnê bidin despêkirin. Girtiyan gotin: “Em bang li hemû gel kesên demokrat û rêxistinên kurdan dikin kul i hemberî vê helwesta KDP’ê ya kolana xendekan bêdeng nemînin.”
Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgihên herêmê û Tirkiyê demînin dê li hemberî kolana xendekan dest bi gireva birçîbûnê bikin. Li sernavê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî da. Denîz diyar kir ku bi boneya protesto kirina xendekên KDP di navbera Rojava û Herêma Federala Kurdistanê de dikolin dê dinavbera 21 -22 yê Nîsanê de ew weke giştî girtiyên PKK û PAJK’ê dê du rojan dest bi gireva birçîbûnê bikin û wiha got: “Em vê helwesta AKP û KDP’ê ya li hemberî Rojava bi dijminane tev digerin bi tundî şermezar dikin. Em bang li rêveberiya KDP’ê dikin ku dest ji vê polîtîkaya şermê berdin û bi Rojava re bikevin nava zagonên biratiyê.”
‘Êrîşên li hemberî Rojava agirbestê îhlal dike’
Denîz da zanîn k udi pêvajoya çareseriyê de AKP’ê tu gav ne avêtiye, pêvajoyê dirêj dike û ji bo xenoqandina şoreşa Rojava çî ji desê wan tê dikin û wiha domand: “Di encama pêvajoya çareseriyê ya salekê de herî zêde cwanên me jî dibêjin ‘êdî wiha nabe’ li bakur çêkirina kalekolan berdewam dike. TC çeteyan perwerde dikin û dişînin Rojava li hemberî YPG û YPJ’ê şer dikin. TC ê di navbera bakur û Rojava de dîwar çêkirin, di siyasetê de jî li ser Rojava polîtîkaya reşkirinê dikin. Çiqas bi êşe ku girêdayî van polîtîkayan KDP jî despêkê deriyê Sêmalkan girtin li hemberî Rojava û niha jî din ava başur û Rojava de xendekan dikolin û rupelek dinê yê reş tevlî dîrokê kirin.
‘Tablo bi qasî ku neyê înkar kirin nete’
Denîz wiha axivî: “Bi qasî ku neyê înkar kirin tabloyek net li ber çavane. KDP û AKP li aliyek li pêvajoyê xwedîderdikevin û berdewama wê tînin di gotinan de weke fotoqopiyê ewqas dişibin hev. Ew dê bi gotinên hêsan nikarin xilas bibin.”
Girtiyên siyasî li hemberî kirinên KDP’ê banga helwest girtinê kirin
10 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê bi boneya protestokirina helwesta AKP û KDP’ê ya li hemberî Rojava wiha gotin: “Em vê helwesta dijminane ya AKP û KDP’ê ya li hemberî Rojava bi tundî şermezar dikîn. Ji dema em hatine girtin heta niha li hemberî helwesta dewletê ya îşkencekar, tundî û qirkirinan em gelek caran ketine gireva birçîbûnê. Îro jî emê li hemberî partiyek ya kurdan ya ku bi rejîmên mêtînger re bûyi yek bikevin gireva birçîbûnê û dê ev yek di dîroka kurdan de weke tirajediyekê bê cîhê xwe bigire. Berpirsê jiyankirina vê trafediyê jî têveberiya KDP’ê ye. Em bang li rêveberiya KDP’ê dikin bila zêdetir bertekên me mezin nekin û dest ji wê polîtîkaya xwe ya şermê berdin. Bi vê wesîleyê her çendî ku bedena me girtîbe jî lê dilê me di çeperên YPG û YPJ’ê de lêdixe. Em carekedinê didin diyarkirin ku em li gel gelê xwe yê Rojavane. Ji bo protestokirina polîtîkaya hevbeş ya AKP û PDK’ê em di navbera 21 – 22 yê Nîsanê de du rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.”
(zt)

