Rewşa bavê ku xwest keça xwe ji cerdevanan biparêze nebaşe
17:00
JINHA
AMED – Faîk Guîsever yê ku dema 7 cerdevanan êrîşî mala wî kirîn û xwestîn keça wî Nurcan Gulsever birevînin, wî nehêlayî û rastî êrîşa bi çek hatî li nexweşxanê tekoşîna jiyanê dide.
Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê dema ku 7 cerdevanan li ser mala Faîk Gulsever de girtin û xwestin keça wî Nurcan Gulsever birevînin, Faîk hewil da bibe asteng ji bo revandina keça xwe rastî êrîşa bi çekan hat û birîndar bû. Piştî bûyerê Faîk rakirin nexweşxanê û li nexweşxanê Faîk tekoşîna jiyanê dide. Di dema tedawiyê de dilê wî rawesta û bi cîhazê bijîşkan mudaxele kirin.
Faîk li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê tekoşîna jiyanê dide.
Bijîşkan diyar kirin ku rewşa Faîk kirîtîke.
(zt)

