Li Çemçemal keçek 15 salî hat qetilkirin
17:13
Nîsan
18
/ 2014
JINHA
ÇEMÇEMAL - Li Çemçemal keçek 15 salî ji aliyê du çekdarên ne nas ve hat kuştin.
Li taxek ya bajarê Çemçemal duh bi şev keçek 15 salî li ber derê mala xwe ji aliyê du kesên bi çek yên ne nas ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku piştî bûyera qetilkirina keça 15 salî polîsan dest bi lêkolîna li ser bûyerê kirin û du kesên bi gumana destê wan di qetilkirina keça 15 salî de heye hatin girtin.
(zt)
