Kafeya Eskici li hemberî kafeyên modernîteya kaputalîst raperînê dike

09:02

JINHA


WAN – Kafeya kevin ya kul i kolanana hunerê ya Wanê li hemberî cihên ku modernîteya kaputalîst avakirî bi alternatîk cuda xizmeta gel dike. Welata tiyên Wanê jî bi tayîbetî beşa xwendekar û hunermend eleqeyek mezin nîşanî kafeyê didin. Berpirsê kafeyê Mîkaîl Haskan jî diyar kir ku yek ji sedemên sereke yê welatî eleqeyek mezin nîşanî kafeya wan dide jî ji ber welatî li wê samîmyetekê dibînin. Li koşeyê şerqê bi guhdarîkirina muzîk û helbestan mêhvanên xwe oxir dike.


Her roja ku diçe zêdetir ruyê modernîteya kaputalîst yê qirêj derdikeve holê. Bi tayîbetî jî li bajarên mezin û metrepolan zêdetir welatî bi vî ruyê qirêj re her roj heman tiştan jiyan dikin. Li Wanê jî din ava hema pergalê de ji bo jiyanadina çanda xwe ya kevnare kedek mezin didin. Li Wanê jî weke her derê modernîtenya kaûtalîst xwe bi cîh kiriye, herêmên alternaltî nehêlane û ji bo mirovan kafeya weke cihên rehetiyê nîşan didin. Di van kafeyan de armanca wan mirovan ji çanda wan ya kavnare, suhbetên wan yên bi hev re diqetînin û wan ber bi jiyanek kesanî ve dibin. Mîkaîl Haskan da zanîn ku wî nexwest bibe parçeyek ji vê çanda tunekirina hayînên civakî û kes bi serê xwe hêlanê, weke alternatîf kafeyek vekir. Li Kolana Hunerê ya Wanê bi navê “Eskîcî” kafeyek vekiriye û bûye alternatîf ji bo gelek kesîmên civakî. Mîkaîl destnîşan kir ku yek ji sedemên ewqas eleqe nîşanî kafeya wan dayîna welatiyan jî ji ber xurtkirina peyîwendiyên mirovane. Din ava kafeyê de kafeya kevokan, koşeyê şerqê, pêşandana sînemayan hene. Hemû tiştên wê bi awayê komun tê kirin. Bi tayîbetî jî bûye cihekî wiha ku xwendekar û hunermend eleqeyek mezin nîşan didin.


‘Li hemberî pergalê ev kafe raperîna mine’


Mîkaîl wiha qala vekirina kafeyê û armanca vekirina wê dike: “Li hemberî pergala heyî vekirina vê kafeyê raprtîna mine.” Mîkaîl derbirî ku her dem vekirina kafeyek wiha xeyalê wîbûye. Mîkaîl anî ziman ku di aliyê jiyan kirina çanda kevnare de kafeya wî bi kafeyê dinê re di nava şerekêdene û got: “Emê cudabin û bi cudabûan xwe jî xweşik bin.”


‘Mirov li vêderê samîmyetê dibînin’


Mîkaîl bilêv kir ku yek ji sedemên sereke yê welatî eleqeyek mezin nîşanî kafeyê didin jî ji ber li vêderê samîmyetê dibînin û wiha got: “Ez dixwazim li cihê ‘Eskîcî’ bikim ‘Kevnefroş’. Em bi xwe adîsyonên xwe dinivîsin. Me bi gelek zimanan navê kevokan nivîsand. Her wiha di kafeya me de guhdarîkirina muzîkê û  şevên guhdarîkirina helbestên huzanvanên nemir tên çêkirin.”


‘Li kolana hunerê bi navê hunerê tuştek nîne’


Mîkaîl diyar kir ku ew li ser hevoka “Li Wanê çanda kafeyan nîne” fikiriye û hurkolîn kiriye û got: “Li ser vê hevokê û çanda kafeyê dê çawan bibe, ez gelek firkirîme. Bi rastî min ji vê hevokê hesnekiriye. Ez difikirîm heger kafe çandek be wêdemê kanê çand? Çand çend kursî û mas eli cihekê danîn û paqişkirina kafeyê nîne. Heger koşeyek yê şerqê nebe û komên dengbêjan neyên li wê sitiranan nebêjin tu wateya wê nîne. Heger afîşek ya filîman bê hilawistin û pêşandana filîman çênebe, yan jî muzîsyen diçin û tên lê sitiranan nabêjin lig ora mine w ne çande.” Mîkaîl destnîşan kir ku kafe li ‘kolana hunerê’ vekiriye, lê bi navê hunerê tuştek nîne, ev yek li hemberî hunerê bêrêziyeke. Mîkaîl anî ziman kul i welatek huner neyî qala kolana hunerê nayê kirin û wiha berdewam kir: “Parastina huner û hunermendan hestekî gelek mezine. Heta ji destê min bê ezê li ber xwe bidim, emê li ber xwe bidin û divê jî em li ber xwe bidin.”  


(zt)