Pêşangiha ‘Bi Çavê Zarokan Amed’ despêdike’
10:14
JINHA
AMED – Di bin pêşengiya Wexfa Koç ê û Wexfa Jinên Azad ya Holanda de din ava 26’ê nîsanê û 6’ê gulanê de li Amedê 70’ê wêneyên zarokan kişandine dê di pêşangiha bi navê “Bi çavê zarokan Amed” de bên dîtin. Girêdayî pêşangihê Asîstana Projeyeyên Koç û Alîkariya Mirovan Çîgdem Alyu axivî û got: “Me hem bi armanca li herêmê koçên ku bi zorê hatine jiyan kirin û hem jî bi çavê zarokan li Amedê nêrîn dest bi vê projeyê kiriye.”
Wexfa Koç ê û Wexfa Jinên Azad ya Holanda bi armanca balêbikişînin li ser koçên herêmê yên di salên 1990’an de dest bi xebatek ya “Projeya Alîkariya Perwerdê ji bo Zarokên ji Koçê Bandorbûne” pêşangihek ya bi çavê zarokan wêne vekirine. Di çarçoveya projeya wan de 6 meh perwerdeya wênekêşanê didin 70 zarokên bûne mexdurê koçberiyê. Asîstana Projeyeyên Koç û Alîkariya Mirovan Çîgdem Alyu diyar kir ku dê di encama perwerdeya zarokan de di nava 26’ê nîsanê û 6’ê Gulanê de li Salona Pêşangihan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê de wêneyên zarokan kişandine bi navê “Bi çavê zarokan Amed” de bên nîşandan. Çîgdem anî ziman ku di çarçoveya wêne kêşanê de ew hedef dikin ku bala zarokan bikêşin li ser wênekêşanê û wiha got: “Di tevayiya rojên pêşangihê de dê eleqe nîşandana welatiyan ya ji bo pêşangihê dê bibe sedema pêşdeçuna zarokan ya di karê wênekêşiyêde.”
45 zarok 45 wêne
Çîgdem da zanîn ku zarokan bi teknîkên cuda kartposta amadekirine ji bo pêşangiha 26’ê nîsanê û wiha domand: “Berî niha 6 mehan qursa wêneyan ya kum e li gel 70 zarokan dayî despêkirin, niha em bi 45 zarokên eleqeya wan ji wênekêşiyê re hene yên temenê wan di navbera 10 – 15 saliyê de berdewam dikîn. Bi rastî jî me di vê atoliyeyê de serkeftina zarokan dît. Bi çavê zarokan dîtina zorî û zehmetiyên k udi koçberiyê de hatine kişandin û li gel wê jî tekoşîna jiyanê. Bi vê bûneyê me dest bi projeyek wiha kir. Me xwest ku zarok hem wêneyên cihên Amedê yên dîrokî bigirin û hem jî din ava mala xwe de wêneyên mala xwe û jiyana k udi nava mala wan de tên jiyan kirin bigirin. Me xwest ku em li Amedê jiyan kirina jiyana rojane bi çavê zarokan bibînin.” Çîgdem bilêv kir ku tenê wan xwest zarok din ava vê qursa wêneyan de cîh bigirin, pêşangih jî tenê ji wêneyên zarokan kişandine pêk bê û wiha berdewam kir: “Emê di pêşangihê de cîh bidin wêneyê zarokan û her zarokekê tenê wêneyek yê wan bicîh bikin. Em li bendêne ku hemû gelê Amedê beşdarî li pêşangiha me bikin. Beşdarbûna we dê hêzê bide zarokan.”
(zt)

