Mala Jiyanê ya Buharê: Divê jin hemû tevlî hilberînê bibin
10:53
JINHA
AMED – Hamiyet Kaya ya kul i Mala Jiyanê ya Buharê ya Şaredariya Peyasê perwerdeya hunerê dest û seramîk dide jinan bang li hemû jinan kir ku ji malan derkevin û tevlî xebatên civakî bibin û got: “Hilberîna tiştên nû me şanaz dike. Em bang li hemû jinan dikin ji malên xwe derkevin, li gel me tevlî xebat û hilberînan bibin.”
Mala Jiyanê ya Buharê ya di çarçoveya xebatên Şaredariya Peyasê de xebatên xwe bi rêve dibin di gulana sala 2013’an de hatiye vekirin. Mala Jiyanê ya Buharê bi tayîbetî di aliyê dem dervaskirina jinan û pîran de her wiha wan tevlî çalakiyên civakî û çandî kirinê de xebatê dike. Mala Jiyanê ya Buherê ji atolyeyên wêneyan, pîrtûkxane, atolyeyên hunerê dest, hewuza avjeniyê û herêma ji bo pîran veqetandî pêktê. Di aliyê mazeme de Şaredariya Peyasê alîkarî dike. Di Mala Jiyanê de çalakiyên cuda cuda çêdibin û ji bo jin bi rehetî bikarin tevlî van çalakiyan bibin cihê tayîbet ji bo zarokên wan jî hene.
Pêşangiha yekem ya Mala Jiyanê dê di hezîranê de bê vekirin
Hamiyet Kaya ya kul i Mala Jiyanê ya Buharê ya Şaredariya Peyasê perwerdeya hunerê dest û seramîk dide jinan da zanîn ku tevlîbûna jinan ya van çalakiyan hem ji bo derbaskirina demê wan û hem jî ji bo di aliyê aborî de bi malbata xwe re bibin alîkar ji bo jinan derfeteke û wiha got: “Malzemeyên tên xebitandin ji aliyê Şaredariya Peyasê ve tên dayîn. Berhemên k udi aliyê hunerê dest de der dikeve jî yê kesan bi xweye. Gelek jinên kul i vêderê sipariş didin û bi van melzemeyan hunerê xwe yê dest dixebitînin û bi vî awayî bûtçeya xwe çêdikin hene.” Hamiyet destnîşan kir ku wan hedef kiriye k udi meha hezîranê de pêşangihekê vekin û dê ev pêşangih bibe pêşangiha yekê ya Mala Jiyanê ya Jinan.
‘Divê jin ji malan derkevin’
Hamiyet derbirî ku ji malê derketina jinan û tevlî çalakiyên civaki yên weke Mala Jiyanê ya Buharê bûyîna wan gelek giringe û wiha berdewam kir: “Hilberîna tiştên nû me şanaz dike. Em bang li hemû jinan dikin ji malên xwe derkevin, li gel me tevlî xebat û hilberînan bibin. Ji bo jin tevlî jiyana civakî bibin divê despêkê ji malan derkevin.” Hamiyet anî ziman ku ji ber tevlî xebatên Mala Jiyanê dibe ew gelek şanaze.
(zt)

